Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KNK: Di vê demê de heman metirsiya Helebce di rojevê deye

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bi boneya salvegera 31’emîn komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Divê em bizanin, di 31’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de heman metirsî di rojevê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî û parastinê yên kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) bi wesîleya salvegera 31’ê ya Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê di şexsê şehîdên Helebçe û Enfalê de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemû bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, hêzên rejîma dagirker a Iraqê 16’ê Adara 1988’an bi çekên kîmyewî û jehrê komkujiyeke mezin li xelkê sivîl ê Helebçeyê kirin û di encamê de nêzî 5 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qurbanî û şehîd ketin.

KNK’ê diyar kir ku bombebarankirina Helebçeyê yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Beasa Sedam li Başûrê Kurdistanê ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn.

KNK’ê ragihand ku hîn ji destpêkê ve dema rejîma Beas desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kir û wiha pê daket: “Di serî de weke gurên har ketine giyanê kurdên Feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çarenivîsa piraniya wan nexwiyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku ya li Helebçeyê qewimî yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’an e û bi bîr xist ku di nava çend saetan de nêzî 5 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. KNK’ê diyar kir ku Helepçe bû êş û birîneka mezin ya gelê kurd.

‘Mixabin komkujî hîn weke jenosîd nehatine naskirin’

KNK’ê ragihand, di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê kurd pêk hatin û wiha got: “Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatine darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.”

‘Hê metirsiya komkujiya li ser kurdan heye’

Konseya Rêveber a KNK’ê hişyarî da û ev tişt ragihand: “Bila herkes bizane ku metirsiya komkujiyan li ser kurdan derbas nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew metirsî li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Duh bû li Şingalê li ser gelê me yê êzidî komkujî pêk anîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Sê sal pêş niha komkujiyeke mezin li Cizîra Botan, salekî pêş niha jî li Efrînê pêk hat. Roja me ya îro jî operasyonên dewleta tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û bi xwe re komkujiyan jî tîne.”

Divê hêzên siyasî bibin yek

KNK’ê daxuyaniya xwe wiha didomîn e: “Divê em bizanin, di 31’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de heman metirsî di rojev ê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hev re tifaq bikin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin. Ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujî, enfal û tewanên din lê hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helebçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helebçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helebçeyê jî divê bi her awayî bê kirin. Helebçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helebçe û jenosîda Helebçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, çandî û hunerî ve divê herdem li bîr be.”

Divê neyê ji bîr kirin

Di dawiya peyama KNK’ê de ev tişt hat gotin: “Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên kurdistanî li dijî terora DAIŞ’ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana hêzên parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike. Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Botan û Helepçe jî ji bîr nekin. Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helebçe û Enfalan da hemû şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar