Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KNK: Divê dewleta tirk Qirkirina Ermenan nas bike

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 105’emîn salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir. Di sala 1915’an de jî gelên nemisilman qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hîn jî xwîn tê. Împaratoriya Osmanî bi hevkarên xwe re di sala 2015’an de li dijî gelên mesîhî (Ermen, asur-suryan-keldan) ku li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliyayê bûn qirkirinek pêk anî.

Hejmareke zêde ya kurdên êzdî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirinê de rêveberên Cemiyeta Îttihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di artêşa osmanî de kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. Gelê ermen û asur-suryan-keldan, bi armanca ku bi dîrok û çanda wan ve ji holê rakin, qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkin e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin.

Ji gelê asur-suryan-keldan zêdetirî ji nîv milyonê, ji gelê ermen jî di ser milyonekê de mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin mişextkirin. Bi dehhezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilmankirin û bi awayekî xeyrî mirovî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên asur-suryan-keldan û ermenan û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan mubah hate ditin. Bi bangên cîhadê û fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.

Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî ev e sed û pênc sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tehl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û pênc sal ji ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl nake û dibe şirîkê vî sûcî ku ev e tê wateya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 105’emîn sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.

Em weke KNK’ê jenosîda sala 1915’an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar