Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KNK: Divê gerîlayên birîndar radestê HPG’ê bên kirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa 5’ê îlonê ya li herêma Xelîfanê ku li dijî komeke ji gerîla hat kirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Roja 5’ê îlona 2022’yan li navçeya Xelîfanê li dola Balîsan, komeke şervanên azadiyê (gerîlayên HPG’ê) ketin kemînekê. Bi êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta tirk, 3 gerîla şehîd ketin û 2 gerîla jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê. Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn, vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tesbît bikin? Kê ev îstîxbarat da dewleta tirk. Hêzên PDK’ê li wê derê çi dikirin? Her wiha gundiyên nêzî cihê bûyerê dibêjin dema hêzên PDK’ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemî cihê pirsê ne.”

KNK’ê bi bîr xist ku HPG banga lêkolînê kiriye û ji PDK’ê jî dixwaze ku gerîlayên birîndar teslîmî wê bike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Em banga HPG’ê di cih de dibînin û destekê didinê. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndan jî radestî HPG’ê bêne kirin.

Li vê herêmê ev ne cara yekê ye ku gerîla dikevin kemînê. Salek pêş niha yek 26’ê tîrmeha 2021’ê de yek jî 29’ê tebaxa 2021’î de, 2 komên din ên gerîla ketibûn kemîna hêzên PDK’ê. Di van hersê kemînan de heta niha 12 şervanên azadiyê şehîd ketine.

Demeke dewleta tirk, di şerê dagirkirina başûrê Kurdistanê de ketiye nav aloziyek gelekî mezin, rojane gelek leşkerên wan tên kuştin û di demên dawî de geleke helîkopterên wan hatine xistin. Di rewşeke wiha de PDK’ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo dewleta dagirker hîn zêde û berfirehtir kiriye. Hinek cihan rê û rêbaran ji wan re çêdike û gelek cihan jî raste rast alîkariya wan dike.

Ev serê çend salane KNK’ê bi awayekî berfireh tevaya derfetên xwe seferber kiriye û hewl dide ku pêşî li ber hevkariya hêzên kurdistanî li gel dewletên dagirker bigre. Lê gelekî mixabin, tevî her hewl û xebatên me, PDK li ser hevkariya bi dijminan re israr dike û her diçe vê hevkariya xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku mexsed û armanca dewleta tirk ew e ku hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û birûxîne. Ji bilî PDK’ê pê ve herkesî ev armanc û mexseda dewleta tirk fêm kiriye.

Em weke KNK’ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destkeft bi dest xistine. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we li gel dewleta tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zerar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destketiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê kurd  de hene û çareseriya wê jî, ancax bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.

Di heman demê de em bangewaziyê li hemû partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, ronakbîr  û hemû kesayetiyên welatparêz dikin ku dengên xwe li hember hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwesteke welatparêzî wergirin, berî bi derengî bikeve. Divê herkes destê xwe dayne ser wijdanê xwe û bêdeng nemînin.

Li ser vê bûyerê, em ji malbatên cangoriyan, fermandariya HPG’ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG’ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar