Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KNK: Divê hikûmeta Başûr rê li ber sîxurî û xiyaneta navxweyî bigire

KNK’ê bi daxuyaniyekê endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb ku di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. KNK’ê diyar kir ku Diyar Xerîb di encama îxaneta navxweyî de hatiye qetilkirin û wiha got: “Em bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û rê li ber sîxurî û îxaneta navxweyî bigrin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya qetilkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir ku rê nedin sîxûrî û xiyanetê

KNK’ê di serî de anî ziman ku Diyar Xerîb piştî kar û têkoşîneke 25 salan a xwebexşane û dûrî berjewendiyên şexsî û malbatî, di encama bombebarana hêzên artêşa tirk a dagirker de tev li karwanê serfiraziya nemiran bûye û wiha domand: “Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, heval û malbata Diyar Xerîb û malbatên du têkoşerên pê re şehîd bûn dixwazin. Rêya cangoriyan her tim serkeftî ye.”

‘Komkujî bi desteka sîxuriya navxweyî pêk hat’

Di berdewamê de jî KNK’ê destnîşan kir ku bêyî sîxurî û xwefiroşiya navxwe, dewleta tirk ji Enqereyê nikare şopa têkoşerekî kurd bike û ev tişt parve kirin: “Bi desteka sîxuriya navxweyî ev komkujî pêk hat ku nûçeya terorkirinê yekser ragihandiye. Em dixwazin ku hikûmet, parlamenter û her cure desthilatên başûrê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe rabin û sîxuriya navxweyî asteng bikin.”

‘Bi wezîfeya neteweyî tevbigerin’

KNK’ê wiha dom kir: “Ev ne tenê cihê mixabinî û nerehetiya neteweyî û niştimanî ye. Her wiha cihê şermezarî û şikandina nirxê neteweyekê bindest e ku dewleta tirk bikare leşker û torên sîxurî li beşeke Kurdistanê bi rengekî çalak bi kar bîne. Di demekê ku ev beşê Kurdistanê xwediyê hikûmeteke federal û dam û dezgeheke hikûmî – fermî û xwediyê hêzeke leşkerî, polîsî, awlehî û parastinê de ye. Em ji her kurdistaniyekî dixwazin ku bi wezîfeya neteweyî tevbigerin û dagirkeriya desthilatdaran asteng bikin. Fişarê li dam û dezgehên hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê bikin ku pêşî li terorîzma dewletên dagirker a li Başûr bigrin. Ev erkekî  wijdanî, moralî, neteweyî û niştîmanî ye û tu kes nabe ji cîbicîkirina van erkan de bimîne.”

Bang li desthilatên Başûr kirin

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha bi dawî bû: “Aşkera ye ku dagirkerên Kurdistanê di nava kirîzên mezin ên siyasî, leşkerî û aborî de ne. Roj bi roj bê îrade û moraltir dibin. Loma temamiya hêzên xwe jî bi terorkirina kesayetiyên xebakerên kurdan bi kar tînin. Ew û em jî vê dizan in ku şehadeta Diyar Xerîb û hevalên wî her çiqas cihê êş û kesereke mezin jî be, cih û meqama wan vala namîne û serkeftin dê ji bo Kurdistan û xelkê wê be. Lê ev birîn her tim sarêj nabe ya ku destên navxweyî birîndar kiribe. Daxwaz ji hemû têkoşer û xemxwerekî Kurdistanî dikin ku astê xebata xwe bilind bikin û bi cesaretir li dijî dagirkeriyê rawestin. Xwedî li hev derkevin û xelkê ji tore û wêjeya  dijayetîkirina îxaneta navxweyî hişyar bikin. Em ji hemû desthilatên başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku rê li ber sîxurî û îxaneta navxweyî bigrin û vê erka pîroz a li ser milên wan bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar