Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

KNK: Divê Rojava tenê nemîne û bê parastin

KNK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Rojava û bang li hêzên cîhanî kir ku li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker bêdeng nemînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Dewleta tirk, eve roja sêyem e bi hemû hêza xwe ve, êrîşê Rojava dike. Di van êrîşên xwe de hemû pîvanên mirovî û hiqûqî binpê dike. Dewleta tirk bi giştî binesaziya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên din ê wekî wan) hedef digre. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta tirk, sûcên şer in û sûcên li dijî mirovatiyê ne.

Ev êrîş ne tasadûf in, plankirîne. 9 sal pêş niha DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kiribû. Dewleta tirk piştgirî dida DAÎŞ’ê. Di wan rojan de, Tayyîp Erdogan bi dilekî xweş got, ‘Kobanî ha ket ha ket’. Gelê me li her derî xwedî li Kobanê derket, lê axaftina Erdogan agir geş kir û li bakurê Kurdistanê serhildana 6-8’ê Cotmehê despê kir. Di encamê de Kobanê ne ket û rizgar bû. Piştî neh salan, tam jî di salvegera vê serhildanê de, hêzên girêdayî Erdogan dîsa êrîşê Kobanê dikin. Ev ne tesadûf e, ev berdewama êrîşa DAÎŞ’ê ye.

Niha hêzên Rojava hêzên YPG/YPJê hêzên HSD’ê, Rêveberîya  Xweser û gelê Rojava, di hemû çeperan de xwe diparêzên û bersiv didin dagirkeran. Divê Rojava tenê nemîne û divê Rojava bê parastin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Divê bi ruhê berxwedana Kobanê, em xwedî li Rojava derkevin û Rojava biparêzin.

Niha li Kurdistanê û li seranserê cihanê, çalakiyên 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî hatine plankirin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû Kurdistanî û dostên xwe dikin ku li her cih û deverê tevlî çalakiyan bibibn, hem li dijê komployê rabin û hem jî bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li Rojava derkevin.

Em weke KNK, parastina Rojava weke parastina hemû Kurdistanê dibînin û em ê bi hemû awayî xwedî li deskeftiyên Rojava derkevin. Bi vê munasebetê em dewleta tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar û mehkum dikin. Em bang li hêzên cihanî dikin û dibêjin, çavên xwe li êrîşên dewleta tirk negirin û li hember van êrîşan bê deng nemînin. Her wiha em berxwedana hêzên Rojava hêzên YPG/YPJ’ê hêzên QSD’ê, Rêveberiya Xweser û gelê Rojava, pîroz dikin û silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar