Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KNK: Em li Başûr gihiştin armanca xwe

Heverokê KNK’ê Ahmet Karamûs ragihand ku rêzehevdîtinên wan yên li başûrê Kurdistanê bi dawî bûn û wiha got: “Em gihiştin armanc û hedefa xwe. Her aliyek bi helwestek gelek erênî piştgiriya xwe nîşandan.”

Di 2’ê sibatê de Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengtiya hevserokê giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs serdana başûrê Kurdistanê kir û hinek rêzehevdîtin li gel serokên aliyên siyasî û kesayetên diyar re kirin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs da zanîn ku armanca wan a hatina Başûr ew e ku helwestek hevpar a hemû aliyên kurdistanî li dijî Peymana Lozanê nîşan bidin e.

Hevdîtinên şandeya KNK’ê yên ji bo sed saliya Peymana Lozanê hatîn destpêkirin bi dawî bûn. Li ser encamên hevdîtinan hevserokê KNK Ahmet Karamûs ji Rojnews’ê re axivî.

‘Di hevdîtinan de piştgirî û helwestek erênî hat nîşandan’

Ahmet Karamûs der barê hevdîtinan de diyar kir ku hevdîtinên li gel hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê bi dawîkirin û wiha got: “Em li ser bername, plan û armancek diyar hatin başûrê Kurdistanê ku ew jî di sedsaliya Peymana Lozanê de yekitî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasî ye. Ji bo vê jî me bi wan re di asteke bilind de hevdîtin kir ku li hemberî cîhanê bibin berpirsyar û bibin xwedî nasname û dengê kurdî.”

Karamûs da zanîn ku li ser rêzeçalakiyên ku di 6 mehên salê de li dijî Peymana Lozanê werin li darxistin û Konferansa li bajarê Lozanê were li darxistin, bê ku cudahî bixin nav de li gel hemû aliyan civiyan û hevdîtin pêkanîn û wiha domand: “Di hevdîtinan de helwestek erênî û di astek bilind de piştgiriya xwe nîşandan, her wiha tevlibûna xwe ragihandin û pîroz kirin. Lewra em jî wek şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li başûrê Kurdistanê gihiştin armanc û hedefa xwe. Ya giringtir encamên çalakiyên me yên pêşerojê ne. Em bi bawerin ku ew helwesta ku di hevdîtina de hatî nîşandan, di Konferansa Sedsaliya Lozanê de reng bide dengê gelê me, helwesta me ya di daxwaz û projeyên me yên ku wek kurd nîşanî cîhanê didin.”

‘Divê gelê kurd bi hev re Newrozê pîroz bike’

Ahmet Karamûs li ser nêzîkbûna Cejna Newrozê axivî û wiha pê de çû: “Îsal Cejna Newrozê ji salên din cudatir tê pîrozkirin. Ji ber erheja ku li bakurê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê çêbûyî ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes jê bandor bûn. Ji ber vê yekê gelê me xemgîn e. Divê gelê kurd di vê rojê de xwedî li çand, nasname, xak, netew û hemû dîroka xwe derbikeve. Em bi vî awayî pîroz bikin, tevî hemû karesat û xemên xwe jî divê Newrozê pîroz bikîn. Karesatek mezin çêbû, divê helwesta me ya li beramberî vê karesatê mezin be. Divê hemû gelê kurd bê cudahiya siyasî û îdeolojîk bi hev re Newroza 2023’yan pîroz bikin, ev yek ji bo hemû gelê me, şehîd û hemû kesên ku canê xwe fedakirine ye.”

‘Kurd divê di Newrozê de peyama xwe ya siyasî ragihînin’

Ahmet Karamûs di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê kurd di pîrozbahiya Newrozê de bi hesteke neteweyî û bi yekitî û yekrêziyê peyama xwe ya siyasî ragihînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li hemû partî, rêxistin, hêz û aliyên siyasî dikin ku di bin vê dirûşme û peyamê de bi hev re Newrozê pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar