Dewleta tirk a dagirker di 4’ê Gulana 1937’an de li Dêrsîmê terteleya ku mînak wê li cîhanê tuneye pêk anî. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera Terteleya Dersimê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“Berî 87 salan, ji heft heyvî heta 70 salî gelê Kurd li Dêrsîmê hate qirkirin. Komkujîyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dêrsîmê û Dersimiyan hate anîn. 4’ê Gulana 1937’an bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkê Dêrsîmê hate kirin. Dewlet û hikûmeta tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dersimê kir. Bi hezaran Dersimî kuştin, hind jî birîndar kirin û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Ev fermana qirkirina hemû xelkê Dersimê bû. Ya ku dewlet û hikûmeta tirk bi serê gelê kurd li Dêrsîmê anî çi dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dersimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî. Ew biryara komkujiyê, ew ferman, ew polîtîka, ew tertele, îro jî berdewam e. Dilê kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku çu caran jê neçe.
KNK di 4’ê Gulanê de vê jenosîda li Dêrsîmê bi serê xelkê me hatiye anîn, piştî 87 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke din şermezar dike. Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser gelê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hikûmeta tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj de divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijmin de bi biryar bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.
Hesaba jenosîda Dersimê divêt ji dijmin bê pirsîn.
Jenosîda Dersimê nayê ji bîr kirin, divêt neyê ji bîr kirin.”