Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KNK: Împaratoriya Osmanî li dijî mirovahiyê sûc kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê Qirkirina Ermenan şermezar kir. KNK’ê da zanîn ku Împaratoriya Osmanî bi bangên cîhadê paqijiya etnîkî li dijî gelên ermen, suryan, asur û keldanî pêk anî û li dijî mirovahiyê sûc kir. KNK’ê bang li dewleta tirk kir ku komkujiya qebûl bike

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 104’emîn salvegera Qirkirina Ermenan a di sala 1915’an de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê qirkirina gelê ermen şermezar kir û diyar kir ku ger Komara Tirkiyeyê ku mîratxwara Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke wê demê dibe şirîkê vî sûcî.

KNK’ê destnîşan kir ku Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an da li dijî gelên xwecihî yên xiristiyan ku li cografyaya Mezopotamya û Anatoliyayê bûn, qirkirinek pêk anî. KNK’ê diyar kir ku di vê qirkirinê de gelek kurdên êzidî jî hatin qetilkirin. KNK’ê daxuyand ku di vê qirkirine da rêvebirên Cemiyeta Îttihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin.

‘Bi milyonan kes hatin qetilkirin’

Daxuyaniya KNK’ê wiha dom kir: “Gelê ermen,asur, suryan û keldan bi armanca ku bi dîrok û çanda wan ve ji holê bên rakirin, hatin qirkirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin.

Bi bangên cîhadê paqijiya etnîkî kirin

Ji gelê asur, suryan û keldan zêdetirî ji nîv milyonê, ji gelê ermen jî ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sedhezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin mişextkirin. Bi dehhezaran ku piranî zarokên keç û jinên ciwan bûn, hatin misilmankirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên asur, suryan, keldan û ermen û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîkî û dînî hate kirin.

Ev sed sale travma didome

Împaratoriya Osmanî axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an da jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwîn tê. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî, eve sed û çar sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tehl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û çar sal ji ser ra derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku eve tête wateya bi awayekî din a domandina vê jenosîdê. Bi munasebeta salvegera 104’emîn a jenosîdê, em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bi cih bîne.

Em weke KNK’ê, jenosîda sala 1915’an careke dî bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bihête qebûl kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar