PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KNK: Ji bo ku Helebçeyên nû çênebin divê kurd hêzên xwe bikin yek

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Berî 32 salan û di 16’ê adara 1988 an de hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrî qetlîameke mezin li ser xelkê sivîl ê Helepçeyê pêk anîn. Di encamê de nêzî 5 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîrên bêguneh kirine gorî û qurbanî û şehîd xistin.

Bombabarankirina Helepçeyê, yek bû ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tunekirina gelê kurd û Kurdistanê bû.

Her ji destpêkê de, dema rejîma Baas li Iraqê bû desthilat, dest bi komkujî û asîmîlasyona kurdan kir. Di sêrî de wekî gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehhezaran kes kuştin û bi dehhezaran jî koçber kirin û heta niha jî çarenûsa piraniya wan nayê zanîn. Di destpêka salên 80’yan de 8 hezar barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirî 182 hezar xelkê sivîl û bêguneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetil kirin. Zedetirî 4 hezar gundên Kurdistanê wêran kirin.

Lê ewa li Helebçeyê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’ê ye. Di navbera çend saetan de nêzî 5 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vêve Helepçe bû êş û birîneke mezin a gelê kurd.

Di sedsala derbazbûyî de gelek qetlîamên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî temamî qetlîamên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî de nehatine darizandin. Bêguman hewldan û kar û xebat ji bo weke jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.

Bila herkes bizane ku talûkeyên qetlîam û komkujiyan li ser kurdan derbaz nebûne. Kî çi dibêje bila bêje, ew talûke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê êzidî qetlîam pêk anîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Çar sal berê niha qetlîameke mezin li Cizîra Botan, du sal berê niha jî li Efrînê pêk hat. 5 meh berê niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî heman senaryo xistin meriyetê. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetlîaman jî tîne.

Divê em bizanin, di 32’yemîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de, niha jî heman talûke di rojevê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Kurdistanê derkevin.

Îro jî, ji nûve avakirin, başkirina derfetên jiyanê, dermankirina birînên hemû deverên qetlîam, enfal û tewanên din têda hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û exlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û exlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divê bi her awayî bête kirin. Helepçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be.

Karesata trajîk a Helebçeyê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mazlumiyeta kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar a hêzên kurdistanî li dijî terora DAIŞ ê, nasnameyeke berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana hêzên parastinê li hemberî dagirkeran û terorê, herwiha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.

Em Helebçeyê qet ji bîr nakin. Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, kurdên Feylî, Yarsan, êzidî, Şengal, Roboskê û hemû komkujiyên din ên ku bi destê dagirkeran hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Botan û Helepçeyê jî ji bîr nekin.

Em careke din di şexsiyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar