Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK ji bo têkbirina DAIŞ’ê bang kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî gefa DAIŞ'ê peyamek weşand û bang li saziyên navneteweyî kir

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê de DAIŞ ji nû ve derkete holê û gefeke mezin li gelên Sûriyeyê xwar.

KNK’ê bi bîr xist ku DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de ji bo revandina 5 hezar endamên xwe yên li Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê dest bi êrişê kir û got, “Ev hewldana mezin û koordîneyî ya revandina ji girtîgehê bi piştgiriya hêzên herêmî hatiye kirin. Rejîma Sûriyeyê bi jinedîtîhatina liv û tevgera DAIŞ’ê ji êrişê re bû alîkar. Dewlet û artêşa tirk jî bi balafirên şer û keşfê ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar anî, bû alîkar û hîn jî dibe alîkar. Her wiha bi sedan çeteyên cîhadîst ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin derbasî gundên li derdora Hesekê hatin kirin. Ji 20’ê Çileyê û vir ve hêzên HSD’ê ji bo kontrolkirina vê metirsiyê bi lehengî şer dike. Gelek mehkûmên DAIŞ’î hîn serbest in û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê çalak bûne. Metirsî hîn bi dawî nebûye. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştevanên wê nabe ku tenê ji HSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê hiştin. DAIŞ gefeke mezin e li ser ewlehiya hemû cîhanê.

KNK’ê bi bîr xist ku dewletên welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hene, wergirtin û darizandina van DAIŞ’iyên xwe red kirin, mîna bombeyeke eyarkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin û destnîşan kirin ku van dewletan li şûna piştgiriya bi HSD’ê re, giranî dan ser tifaqa bi dewleta tirk re ku ev dewlet bi rengê leşkerî û her awayî piştgiriya DAIŞ’ê dike.

KNK’ê diyar kir ku liv û tevgera dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destketiyên di şerê dijî DAIŞ’ê de hatine bidestxistin dixe rîskê û got:”Ji ber vê yekê her dewleta ku ji dil dixwaze dawî li vê gefê bîne, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û li dijî rejîma tirk helwesteke zelal nîşan bidin.

Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞ’ê, Yekitiya Ewropa, Yekitiya Efrîka û Lîga Ereb dikin ku vî karî bikin:

1-Karê vegerandina endamên DAIŞ’ê li welatê xwe hêsan bikin û piştgiriyê bidin avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ’iyan.

2-Dewleta tirk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bê tecrîdkirin, yan jî ji ber piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.

3-Piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê zêdekirin û bi rengekî fermî bê naskirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar