Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KNK: Kobanê bû eniya welatperweriya Kurdistanê

KNK’ê bi daxuyaniyekê 4’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û salvegera 5’emîn a damezirandina kantonên Rojava pîroz kir. KNK’e da zanîn ku bi saya serkeftina Kobanê, hemû cîhan ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin û Kobanê bû eniya welatperweriyê ya Kurdistanê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 5’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê berxwedana Kobanê pîroz kir û da zanîn ku serkeftin li Kobanê, DAIŞ têk bir.

KNK’ê diyar kir ku Kobanê çirîska destpêkê ya şoreşa rojavaya Kurdistanê ye û ev tişt parve kirin: “Kobanê yek ji Kantonên rojavaya Kurdistanê ye ku di 27’ê çileya sala 2014’an de statûya kantonê lê hatibû ragihandin. Kobanê bi vê serhildan û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagirker. DAIŞ a ku ji hevîrê nijadperestiya herêmê û cîhadîst pêkhatî, tehemûla serkeftina kurdistaniyên li Rojava nekir û êrîşî Kobanê kir. Hemû dagirkerên Kurdistanê ji vê êrîşkariya DAIŞ’ê memnûn bûn. Lê piştevaniya herî xurt û aşkera jî dewleta tirk da DAIŞ’ê. Dewleta tirk ji bo ku kurd li ‘bakurê Sûriyeyê’ winda bikin, destekeke xurt a lojîstîkî da DAIŞ’ê. DAIŞ a ku li eniyên Til Koçer, Til Xelef û deverên din şikestineke mezin xwar, bi wê kîn û nefretê êrîşî Kobanê kir.”

‘Kobanê bû qada cenga li dijî wehşetê’

Di berdewamê de jî KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kobanê ku ji îlona sala 2014’an ve rastî êrîşa DAIŞ’ê hat, berxwedaneke mezin nîşan da û wiha domand: “DAIŞ’ê dagirkirina Kobanê ji bo xwe kire hedefa sereke. Lê kobaniyan jî berxwedan û parastina Kobanê ji bo xwe kirin armanca man û nemanê. Di pêşengiya YPG û YPJê de, berxedaneke mezin nîşan dan û Kobanê bû qada cenga li dijî wehşetê. Kurdan, kurdistaniyan, navçeya Rojhilata Navîn û dinyayê li ser vê rastiya Kobanê pozîsyon girt.”

Fedekariya gelê kurd

Daxuyaniya KNK’ê wiha domiya: “Kobanê, li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê da bûne yek. Ji Bakur, Başûr û Rojhilat hêzên gerîla, ji Başûr hêzên pêşmerge bi hawara YPG-YPJê û xelkê Kobanê çûn. Ji seranserê Kurdistanê û qada dîasporayê, bi sedan xelkê sivîl bi fedakariyeke bilind berê xwe dan Kobanê û mil bi milê kobaniyan şerê parastina welat kirin. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana kobaniyan û xelkê Kurdistanê û piştevaniyeke mezin û xurt nîşandan. Koalîsyona Navnaneteweyî ya li Dijî DAIŞ’êjî, destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî da Kobanê.

Destpêka tunekirina DAIŞ’ê

Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevaniya dinyaya demokratîk, di 26’ê çileya sala 2015’an de ji DAIŞ’a wehş û tarî hate rizgarkirin. Berxwedana Kobanê, bû destpêka şikestin û têkçûna DAIŞ’ê. DAIŞ’ê derba şikestinê ya yekemîn li Kobanê xwar. Piştî serkeftinê, hêzên ku Kobanê rizgarkirin, gav bi gav li pey DAIŞ’ê ketin û paytexta wan (Reqqa) jî di nav de, hemû dever ji wan hêzên tarî rizgarkirin. Çar sal piştî rizgarkirina Kobanê, di çaremîn salvegera rizkarkirinê de, DAIŞ’a reş ji gundê paşî jî hate derxistin û herêm bi temamî hate rizgarkirin. Niha di destê DAIŞ’ê de ne bajar, ne gund û ne jî çi dever nemane. Ji bo mirovatiyê ev serkeftineke mezine. Ev serkeftin a hêzên HSD’ê û hevkarên wan en hêzên hevpeymanê ne. Em HSD’ê û hevkarên wê bi dilgermî pîroz dikin.

Ragihandina kantonan

Di heman demê de niha salvegera hefteya damezirandina kantonên rojavaya Kurdistanê ye. Weke tê zanîn di 21’ê çileya sala 2014’an de kantona Cizîrê, di 27’ê çileya sala 2014’an de kantona Kobanê û di 29’ê çileya heman salê de jî kantona Efrînê hatin damezirandin û ragihandin. Serkeftina Berxwedana Kobanê û têkbirina DAIŞ’ê jî di heman hefteyê da pêk hat. Em niha 3 serkeftinan bi hevre pîroz dikin.

Ev serkeftin bi bedelekî mezin, bi keda hezaran şehîdên nemir û berxwedêrên leheng pêk hat. Em di sêrî de şehîd û berxwedêrên Kobanê, Rojava û hemû Kurdistanê, bi rêz û hûrmet bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Bi vê ve girêdayî em çaremîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, pêncemîn salvegera damezirandina kantonên rojavaya Kurdistanê û têkbirina hêza reşûtarî DAIŞ’ê, di sêrîde li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar