Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KNK: Kurd bi biryar in Efrînê rizgar bikin

KNK’ê bi boneya salevegera yekemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta tirk û terorîstên selefî ji bo tunekirina gelê Efrînê êrîş kirin. KNK’ê destnîşan kir ku rojeva wan a sereke rizgarkirina Efrînê ye û banga xwedîderketinê li gelê kurd kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê destnîşan kir ku doza rizgarkirina Efrînê ji bo gelê kurd rojeva sereke ye. KNK’ê bang li gelê kurd û raya giştî ya cîhanê kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Di daxuyaniyê de KNK’ê diyar kir ku di 20’ê çileya sala 2018’an de dewleta tirk bi hêza xwe û hevkarên xwe terorîstên selefî êrîşeke hovane bir ser Efrînê û ev tişt parve kirin: “Di vê êrîşê de ne tenê hêzên leşkerî, her wiha jin, zarok, kal û pîr û temamiya gelê Efrînê di hedefa dewleta tirk de bû. Hemû pîvanên hiqûq û mirovahiyê binpê kirin. Ji bilî kesên xwedî wijdan û dostên kurdan, hemû hêzên serdest ên cîhanê li dijî vê êrîşê xwe li bêdengiyê danî.”

‘Şervanan bi fedakarî li ber xwe da’

KNK’ê daxuyand ku şervanên YPG/YPJ’ê jî li dijî êrîşên hovane bi fedakarî û lehengiyeke mezin li ber xwe dan û wiha berdewam kir: “Demeke dirêj Efrîn parastin. Li hemberî hêzeke bi dehan qat ji wan zêdetir, li hemberî çekên NATO’yê yên pêşketî, li hemberî êrîşên hewayî, hêzên YPG/YPJ’ê 58 rojan berxwedanek gelek xurt nîşan dan. Piştî wêraniyeke mezin û şehadeta gelek sivîlan, hêzên parastinê xwe ji navenda Efrînê kişandin û herêm ji hêla dewleta tirk û selefiyên terorîst ve hate dagirkirin.”

‘Efrîn veguheriye navenda selefiyên terorîst’

Di berdewamê de jî KNK’ê diyar kir ku beriya êrîş û dagirkeriyê, Efrîn herêmeke aram bû û ev tişt destnîşan kir: “Deh meh in Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê yên terorîstên selefî de ye. Efrîn niha wêran e û ji her alî ve hatiye talankirin. Gelê wê hatiye koçberkirin, li şûna wan kesên cuda hatine bicihkirin û demografyaya Efrînê hatiye guherandin. Efrîn cihekî aram û xwedî rêveberiyek demokratîk bû. Niha Efrîn bûye biryargeh û navenda perwerdekirina terorîstên selefî. Ev salek e dewleta tirk û hevkarên wê li Efrînê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dikin.”

Bang li gelê kurd û raya giştî kir

KNK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Ji bo me û gelê me, doza rizgarkirina Efrînê rojeveke sereke ye. Şerê azadiyê li herêma Efrînê berdewam e. Rêveberiya Rojava, hêzên parastinê û hêzên kurdistanî, bi biryar in ku Efrînê rizgar bikin. Ev liv û tevger heta Efrîn û deverên din ên dagîrkirî bêne rizgarkirin, dê bidome. Em şehîdên Efrînê bi rêzdarî bi bîr tînin û berxwedana şervanan jî silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Efrîn û berxwedana wê derkevin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê jî dikin û dibêjin ku îro roja Efrînê ye, Efrînê û gelê kurd bi tenê nehêlin.” 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar