Dewleta Tirk a dagirker hewl dide deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji holê rake û çeteyên hov li Kurdistanê bi cih bike. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Bûyerên di nav 10-12 rojên bihurî de li Sûriye, Bakûr û Rojhilatê Surî de dawî li rejîma Baas ya Esed anîn û rûxandin. Hêzên mixalif bi serkêşiya Heyet Tahrir El Şam û hin grubên di bin kontrola dewleta Tirk de beşek berfireh ji xaka Sûriyê xiste bin kontrola xwe.
Di şer û pevçûnan de Tel Rifat û herêma Şehbayê ji aliyên komên bi ser Tirkiye ve hatin dagir kirin û bi deh hezaran xelkê herêm careke din koçber bûn û niha jî bi mebesta dagirkirinê berê xwe dane herêma Minbicê. Armanc û hedefên Tirkiye û çeteyên dibin kontrola wê de dagirkirina hemû herêma Rojavayê Kurdistanê ye.
Geşdanên li tevahiya Sêriyeyê rewşek nû derxist holê. Her çendîn dawî li rejîma Esad anîbe jî metirsî û gefên metirsîdar li ser xelkên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûye û dikare rê li ber komkujî û trajediyen mirovahî mezin veke û destekeftiyên gelê Kurd têk bibe. Armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û pêkanîna komkujî û guhertina demografiya herêmê ye. Ev rojeva sereke ya dewleta Tirk a dagirker e û hewldanên wê bi hemû rengî diyar dike.
Tevî hemû gef û metirsîdariyê li ser Rojavayê Kurdistanê, em baş dizanin ku rûpelekî nû di geşdanên dawî de hatiye holê û em hêvîdar in pêşhate û guherînên Sûriyeyê bibin sedema rêya diyalogê û bingeha çareserkirina pirsgirêkan. Her wiha em hêvîdar in ku hemû alî bi awayekî aştiyane bigihêjin peymaneke ku li berjewendiya hemû pêkhatiyan be.
Dewleta Tirk amadekariya êrîşên berfireh dike. Niha dewleta Tirk hem ji bejayî hem jî ji hewayî ve êrîşî Minbicê dike. Armanc ew e ku ji vir dest pê bike û ber bi Rojava ve biçe. Ji bo vê jî divê gelê me li çar parçeyan û derveyî welat li ber xwe bide.
Di vê qonaxa dîrokê de, divê siyaseta kurd berjewendiyên netewî li pêş her tiştî bigire û derdorên xwe yên dîplomatîk ji bo bidestxistina destkeftiyên li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê seferber be. Divê hemû parti rexistinên Kurdistanî ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyan bidin.
Ji aliyê din ve divê bi dayîna alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bi sed hezaran penaberan re erkên xwe yên neteweyî bi cih bîne. Ev berpirsyarî niştimanî û dîrokî ye. Têkçûna destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê têkçûna destkeftî û statuya Başûrê Kurdistanê ye jî.
Em bi hevîne hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên Kurdistanî û gelê Kurd bangewaziya me weke erka niştimanî binasin û li gor wê bi erk û berpirsyariya niştimanî tevbigerin.”