Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: PDK bi alîkariya dewleta tirk a qirkirina kurdan hevkariya sûc dike

Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç bi bîr xist ku ev serdem ji bo kurdan gelekî jrîtîk e û wiha got: “PDK ji bo dijmin bîne Kurdistanê rê vedike. Tabloya heyî evqas zelal e. Divê her welatparêz li dijî vê yekê bêje bes e. PDK bi alîkariya dewleta tirk a qirkirina kurdan hevkariya sûc dike.”

Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê kir. Piştî serdana Fîdan êrîşên dewleta tirk zêde bûn. PDK’ya bi dewleta tirk re di nava hevkariyê de di êrîşên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de piştgiriyê dide, bi sewqiyata leşkerî ya li dijî herêmên Sîdekan û Biradostê, rast e rast di nav şer de cih girt û pêvajo bir qonaxeke din. Di demeke ku ev geşedan diqewimin de li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) a Hewlêrê êrîşeke çekdarî pêk hat û di êrîşê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da.

Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, geşedanên li başûrê Kurdistana qewimîn, helwesta PDK’ê û êrîşa li dijî avahiya nûnertiya KNK’ê nirxand.

‘Tirkiye hewl dide rojava û başûrê Kurdistanê li erdnîgariya Tirkiyeyê zêde bike’

Koç, diyar kir ku konsepta êrîşê ya li dijî başûrê Kurdistanê di sed sala komarê de bilez bûye û destnîşan kir ku armanca desthilata AKP’ê û MHP’ê ya “firehkirina sînoran” heye. Koç, destnîşan kir ku dewleta tirk ji sala 2012’an ve çav berdaye rojava û başûrê Kurdistanê û wiha got: “Hewl dide rojava û başûrê Kurdistanê li erdnîgariya Tirkiyeyê zêde bike. Li dijî vê li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê berxwedaneke gerîla ya mezin heye. Erdogan piştî hilbijartinê pê hesiya ku kurd winda kirin. Ji bo kurdên li ber wî serî natewînin ji holê rake, kete nava hewldanên nû û ji bo vê kabîneya şer ava kir. Û çend kurd xistin nav vê kabîneyê û peyama ‘pirsgirêka min bi kurdan re’ nîne da. Ev yek bi şandina Hakan Fîdan a Bexdayê kir.”

 ‘PDK’ê ji bo berjewendiyên malbata xwe Kurdistan ji pêş çavên xwe avêtiye’  

Koç, da zanîn ku ji bo dewleta tirk ji şerê dimeşîne re encam bigire Iraq û Îranê li dijî kurdan sor dike û anî ziman ku dewleta tirkan bi van hêzên mêtînger re armanc dike ku kurdan ji holê rake. Koç, anî ziman ku serdanên Hakan Fîdan ên dawiyê di vê çarçoveyê de ne û wiha berdewam kir: “Erdogan beriya ku biçe Lijneya Giştî ya NY’yê dixwest di destê xwe de qozekê bigire. Li aliyê din rastiya PDK’a ku ji bo berjewendiyên malbata xwe Kurdistan ji pêş çavên xwe avêtiye. Beriya ku em hevalê xwe Denîz winda bikin, PDK’ê sewqiyateke zêde şand herêma Bradostê û amadekariyên şerekî fîîlî dikir. PDK li cihekî weke Rojhilata Navîn li kurdan berdana çekan ferz dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi dijmin re hevkariyê dike. Di encama vê yekê de qada şer fireh dike û faşîzma Erdogan bi hêz dike.”

‘Hat xwestin ku xebatên KNK’ê yên yekitiya netewî bên rawestandin’

Koç a êrîşa dawî li Silêmaniyê pêk hat nirxand, anî ziman ku li Silêmaniyê “welatparêzî” xurt e. Koç, diyar kir ku ne tesadûfe ku sûîkastên siyasî bi taybetî li vê herêmê pêk bên û bal kişand ser hesta “welatparêziyê” ya di nava gel de xurt e siyasetê bi rê ve dibe. Koç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sedsala duyemîn a Komarê de pêdiviya dewleta tirk bi serkeftinekê heye. Li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tu serkeftin bi dest nexistin. Ji ber vê yekê 30 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Hedefgirtina siyasetmedaran a bi SÎHA’yan a derve, rast e rast bi hedef girtina KNK’e ya bawer dike ku çareseriya pirsgirêka kurd di yekitiyê re derbas dibe û siyasetê vê dike re têkildar e. Di Konferansa Lozanê de kurdan bi yek dengî peyama ‘We nekarî me ji holê rakin, em li vir in û Lozana we qebûl nakin’ dan mêtîngeran, bi rûhê yekitiya neteweyî serî rakir. Bi qetilkirina hevalê me Denîz re hate xwestin ku xebatên KNK’ê yên yekitiya netewî bên rawestandin.”

‘Qetlîam nîşaneya îstîxbarata PDK’ê Parastin û MÎT bi hev re ye’  

Koç, bi bîr xist ku buroya KNK’ê 17 sal in li wir e û diyar kir ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve 24 saetan di bin çavdêriyê de ye. Koç, a helwesta PDK’ê nirxand, bi lêv kir ku şûna PDK faîlên êrîşê derxîne holê, bêyî daxuyaniyekê bide û hewl dide rojevê berovajî bike. Koç, a got ku: “Heta ku PDK daxuyaniyekê nede em wan sûcdar dibînin” û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya îstîxbarata PDK’ê Parastin û MÎT bi hev re tevdigerin. Koç, axaftina xwe wiha domand: “Dema rojnamevanekê/î li başûrê Kurdistanê rexneyeke biçûk li PDK’ê kir tên demildest wê/î digirin. PDK, bi dijminê ku dixwaze gelê kurd ji holê rake re hevkariyê dike. Li gorî xala di deklarasyona yekitiya neteweyî ya KNK’ê de cih digire divê tu hêzên kurd bi mêtîngereke zirarê dide hêzeke din a kurd re di nava têkiliyê de nebe, heke di nava têkiliyê de be sûc dike.”

 ‘PDK bi alîkariya dewleta tirk a qirkirina kurdan hevkariya sûc dike’ 

Koç, got ku: “Her roja ku PDK faîlan aşkere neke li dijî gelê kurd sûc dike” û bal kişand ku gelê kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Koç, anî ziman ku bi taybetî li dijî kesên ji PKK’ê hez dikin re êrîş tên lidarxistin û wiha pê de çû: “Gerîla dixwaze dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê bi dawî bike. Di demeke ku gerîla vê dike de PDK ji bo dijmin bîne Kurdistanê rê vedike. Tabloya heyî evqas zelal e. Divê her welatparêz li dijî vê yekê bêje bes e. PDK bi alîkariya dewleta tirk a qirkirina kurdan hevkariya sûc dike. Divê gelê kurd destê xwe deyne ser wijdana xwe û dengê xwe guhdar bike.”

 ‘Ev serdem ji bo kurdan serdemeke gelekî krîtîk e’ 

Koç, anî ziman ku qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun û êrîşa di heman rojê de li dijî Şengal û Rojava, nîşaneya konsepta “ji holê rakirinê” ya li dijî kurdan e û destnîşan kir ku ev yek ji bo kurdan serdemeke gelekî krîtîk e. Koç, wiha domand: “Gerîla ji xwe weke her carê peywîra xwe dike. Niha dora siyaseta kurd û gelê kurd e. PDK xetaya di pêvajoya referandûma 2017’an de dubare dike. Di wê pêvajoyê de ji sedî 40 axa başûrê Kurdistanê da windakirin. Herî dawî helwesteke weke palpişta gotina Erdogan a Kerkuk ne ya kurdan e bike nîşan da. Ev hemû li dijî şehîdên wan bi xwe şermeke mezin e. Sekneke PDK’ê ya xiyanetê li tişta ew temsîl dike bi xwe heye. Çar perçeyan ji qewet dixe.”

‘Berdewamkirina tecrîda Îmraliyê ya 25 salan encama Lozanê ye’

Koç, a bi lêv kir ku; “Yekane rêya çareseriyê yekitiya neteweyî ye”, hişyar kir ku heke ev yekitî pêk neyê dê gelê kurd sedsaleke din jî winda bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di vê sedsalê de em hemû destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gelê kurd li dijî destkeftiyên me têxin rîskê peyama xwe bide û li dijî êrîşan bi biryar bibin. Berdewamkirina tecrîda Îmraliyê ya 25 salan encama Lozanê ye. Bi têkoşîna kurdê azad ku Rêber Apo temsîl dike re dikarin vê konsepta şer vala derxînin. Hêza me bi zêdehî heye. Weke gel êdî ne bi tenê ne. Li pêşiya encam negirtinê de tu astengî nînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar