Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

KNK: Roj roja berxwedanê û parastina rumetê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hemberî êrîşên ku dewleta tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye, banga berxwedanê kir

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li hemberî êrîşên ku dewleta tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye, peyameke nivîskî weşand.

Di peyama KNK’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Artêşa dewleta tirk a dagirker di 24’ê Nîsana 2021’an de bi tevlêbûna hêzên hewayî û bejahî li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Em dixwazin bidin diyarkirin ku dewleta tirk di rojeke taybet de ev operasyona dagirker daye destpêkirin. Ev roja qetlîam û qirkirina li ser gelê ermen e. Peyam û meqseda dewleta tirk a dagirker ji vê operasyonê jî qirkirina gelê kurd e. Dewleta tirk bi vê mebestê dest bi operasyonê kiriye û dixwaze vê peyamê bide gelê kurd.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê kurd û Kurdistanê dikin ku, li ku derê dibin bila bibin, divê li hemberî vê operasyona dagirker nerazîbûna xwe bidin nîşandan. Divê gelê kurd bêdeng nemîne û li hemberî vê operasyona dagirker refleksa welatparêziyê bide nîşandan. Em bang li NY, Yekitiya Ewropa û NATO û saziyên navneteweyî dikin ku bila demildest têkevin nav hewldanan û vê qetlîama li ser gelê kurd bidin sekinandin.

Roj roja berxwedanê ye, roj roja parastina rûmeta gelê kurd e. Divê her kes li rûmet û erka xwe ya welatparêziyê derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar