Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

KNK: Roj roja berxwedanê ye, divê em yekîtiya xwe xurt bikin

KNK’ê encamnameya civîna ku 1’ê Gulanê bi tevlêbûna 24 partî û rêxistinên kurdistanî re hat lidar xistin ji raya giştî re eşkere kir û ev tişt ragihand: “Bi yekdengî bi ruhê berxwedana Kobanê, em hemû bi hev re li hember êrîşên dijminan têbikoşin.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku 1’ê Gulanê bi nûnerên 24 partî û rêxistinên kurdistanî re li Brukselê civîn li dar xistibûn encamnameya civînê aşkera kir. Di civînê de ku rojeva sereke êrişên dagirkerî yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê bû, banga yekîtî û têkoşîna hevpar a partî û rêxistinan a li dijî dagirkerî û xiyanetê, her wiha xwedî derketina gel li berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê hat kirin. Her wiha ji bo rawestandina dagirkerî û hevkariyê hin biryarên girîng jî girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye;

“Li ser banga KNK’ê, nûnerên 24 partî û rêxistinên kurdistanî, 01.05.2022’an roja yekşemê, li Brukselê li avahiya navendî ya KNK’ê kom bûn. Rojeva sereke ya civînê êrîşên dewleta tirk yên li ser başûrê Kurdistanê bû. Civîn bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rawesta û di çarçoveya pêşketinên dawî de, êrîşên dewleta tirk yên li başûrê Kurdistanê nirxand û li hember van êrîşan şêweyê helwest girtin û şêweyê li hember êrîşan rawestan, bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Di roja îro de, cîhan di nav şer û qeyranan de derbas dibe. Şerê li herêma Rojhilata Navîn destpêkirî ku weke şerê cîhanê yê 3’êmîn tê binavkirin, îro fireh bûye û derbasî rojhilatê Ewropayê bûye. Weke şerê li Rojhilata Navîn, hêzên sereke yên cîhanî, di nava şerê Ûkrayna yê de jî cihê xwe digrin. Rojeva cîhanê ya sereke şerê Rusya û Ûkraynê ye. Dijminên gelê kurd, dixwazin ji vê rewşê sûd wergirin û planên xwe yên li ser Kurdistanê pêk bînin. Êrîşên hovane yên di vê demê de pêk tên ku tê de çekên qedexe çekên kîmyewî jî têne karanîn, bi vê rewşê ve girêdayî ne. Armanc ew e ku di dema bal û bera cîhanê li ser Ûkraynayê ye, ew jî planên xwe yên li ser Kurdistanê bêxin meriyetê û destketiyên gelê kurd têkbibin.

Êrîşa ji aliyê dewleta tirk ve, li devera Zap û Avaşîn hatî destpêkirin, bi vê rewşê ve girêdayî ye û ne tenê li dijî hêzên gerîlayên HPG’ê ye, di heman demê de li dijî hemû destketî û berjewendiyên Kurdistanê ye û dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Kî/ê çi dibêje bila bêjê, planên dagirkeran ên li ser Kurdistanê diyar in û planên dewleta tirk yên li ser Wîlayeta Musilê jî aşkere ne. Dewleta tirk, gav bi gav başûrê Kurdistanê dagir dike û dagirkerên din jî, her yek bi awayekî di nava planê de ne. Dema ku ji aliyê dewleta tirk ve li deverên Zap û Avaşînê êrîş hatin destpêkirin, di heman demê de li devera Şengalê jî artêşa Iraqê kete nava tevgerê. Ev rewşeke tesedûfî nîne û bi hevûdu re girêdayî ye. Li aliyê din, êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava jî berdewam in. Yek ji armancên dewleta tirk jî ew e ku kurdan li hember hevûdu bikar bîne û şerekî navxweyî jî li Kurdistanê bide çêkirin.

Armancên dagirkeran diyar in û êrîşên wan berdewam in. Divê hemû hêzên kurdistanî vê rastiyê bibînin û li hember van êrîşan rawestin. Divê gelê kurd bi hemû awayî xwedî li hêzên berxwedêr derkevin û ligel şervanên azadiyê cihê xwe bigrin. Îro roj ne ew roj e ku em li ser nakokiyên di nav xwe de biaxivin û kûr bikin. Îro roj, roja berxwedanê ye, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yekdengî bi ruhê berxwedana Kobanê, em hemû bi hevre li hember êrîşên dijminan têbikoşin.

Civîn, van bang û van xalên jêrîn ji raya giştî re diyar dike:

-Civîn piştavaniya xwe ji hêzên berxwedêr re radigihîne û bang li hemû hêz û rêxistinên kurdistanî dike ku li hember êrîşên dagirkeran rawestin û di parastina Kurdistanê de cihê xwe bigrin.

-Êrîş li hember hemû destketiyên gelê kurd e û armanca bingehîn jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Civîn bang li hemû hêzên kurdistanî dike ku vê rastiyê bibînin û rê li ber dijminan venekin û hevkariya dagirkeran nekin.

-Civîn, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Komkara Erebî (KE) û hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî, kesên demokrat û azadîxwaz dike ku li hember dagirkerî û êrîşên dewleta tirk, bêdeng nemînin û helwest bigrin.

-Civîn, bang li gelên Kurdistanê û dostên gelê kurd dike ku bi ruhê berxwedana Kobanê li hember van êrîşan dakevin qadan, helwest bigrin û têbikoşin.

-Civînê biryar da, nameyeke taybet ji Rêxistina Têkoşîna li Dijî Karanîna Çekên Kîmyewî (OPCW) re bişîne û jê bixwaze ku êrîşên çekên kîmyewî lêkolîn bike û bide rawestandin.

-Civînê biryar da, nameyekî ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Komkara Erebî (KE) û hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî û hêzên cîhanî re bişîne û ji wan bixwaze ku li hember dagirkerî û êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin û helwest bigrin.

-Civînê biryar da ku Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên kurdistanî, civînên xwe yên periyodîk pêkbînin û li seranserê cîhanê dîplomasiya kurdî pêş bixe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar