Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Şoreşa Rojava bi serkeftî dewam dike

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 19’ê Tîrmeha 2012’yan li Kobanê gava pêşî hate avêtin, Kobanê azad bû û wiha hat gotin: “Bi azadkirina Dêrik û Efrînê coşa şoreşê xurt û germtir bû. Gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam bû. Ev pêşveçûn berdewam in. Di serî de sê kanton (Cizîr, Kobanê û Efrîn ) hatin damezrandin. Li gorî wê rêveberiya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girê Spî û bi hevgirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreşa Rojava kete qonaxeka din. Piştre jî deverên dagirkirî Hesekê, Hol, Şedad, Minbic, Tebqe, Reqqa, bakûr û rojhilatê Dêra Zorê hatin azadkirin. Her wiha sîstema xweser gav bi gav cihê xwe girt. Niha jî rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve tê sazkirin, meclisên herêman têne avakirin.”

‘Şoreşa Rojava modeleke rêveberiyê ye’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şoreşa rojavayê Kurdistanê ne tenê şoreşeke çekdarî ya li hemberî dagirkerî û hegemonya rejîma Sûriyeyê bû û wiha hat domandin: “Proje û modeleke rêveberiyê bû ku li ser bingeha azadî, demokrasî, wekhevî û jiyana bi hev re ya gelan û jîngehparêzeriyê hate damezrandin. Vê projeyê bala gelek dostên Kurdistanê kişand. Ji seranserê cîhanê bi dehan dost û hevkar tev li vê şoreşê bûn. Hejmarek ji wan jî ji bo vê modelê giyanê xwe feda kirin.”

KNK’ê destnîşan kir ku serketineke din a herî mezin jî têkbirina hêz û desthilata tarî û hovane ya DAIŞ’ê bû û ev tişt anî ziman: “DAIŞ, ku zêdetir ji nîvê cografiya Sûriyeyê girtibû bin kontrola xwe û xwedî hêzeke leşkerî ya mezin bû, mîna dewletekê li navçeyê damezrandibû. Li ser destê azadîxwazên Kurdistanê û hevkarên wan hate têkbirin û hilweșiya. Ev serketinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê dane naskirin, rêya azadî, aştî û çareseriyê xweş kir. Bi helkefta vê serketina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-HSD’ê pîroz dikin û serkeftinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serkeftin bi xwîna hezaran şehîd û brîndaran pêk hat. Em hemî deyndarên wan in. Bi vê helkeftê em carek din di kesayetiya şehîdên rojavayê Kurdistanê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin.

‘Şerê azadî û lehengiyê yê li dijî dagirkeriyê didome’

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewam in. Dewleta tirk, bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî, di serê sala 2018’an de êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bêhempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta tirk û hevkarên wê, êrîş û gefên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi hemû şiyanên xwe êrîşên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi lehengî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn. Berxwedana bêhempa ya keç û xortên kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, ew bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanê û bala hemû cîhanê dikişîne ser xwe. Rola jinên kurd di şoreşa rojava de, kete rojeva dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Her wiha ji aliyê yekitiya neteweyî ve gavên cîdî hatine avêtin. Çendî civîn bi partî û rêxistiyên cuda yên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û gihiștine derencam û hevgehiștinên baș.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, di 8’emîn salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike. Bi vê helkeftê em weke KNK’ê, salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava, di serî de li şervanên azadiyê û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên Rojava de, hemû şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digirin û bejna xwe ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar