PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KNK: Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê xurtir bikin

KNK'ê di salvegera 23'an de komploya navneteweyî şermezar kir û bang li hemû kurdistaniyan kir ku hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekitiya xwe û tifaqa bi yar û hevalbendên kurdan re mezintir bikin

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“15’ê Sibata 1999’an bêdadiyeke mezin hat kirin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û serokê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê din dewleta dagirker Tirkiye û dewletên tifaqdar ên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikînin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovan, ne hiqûq, ne dad û dadyarî û ne jî exlaq hat bîra wan û biryar dan ku mezinekî kurd, ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadyariyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekitiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi lîstik, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê ku li ser bextê welatekî endamê Yekitiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.

Armanca komployê ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, tesfiye bikin. Pêvajoya piştî komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêviyê bûn ku PKK ya ku pêşengiya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, yan jî qet nebe gelek lawaz bibe. Di midehê van 23 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Birêz Ocalan di zindanê de li ber xwe da û zindana Îmraliyê jî kir qadeke têkoşînê. Li aliyê din Tevgera Azadiyê û hemû gelê Kurdistanê, di van 23 salana de berxwedaneke bêhempa nîşan dan û komplo pûç kirin.

Her çend komploger negiştibin armanca xwe jî lê ji dev êrîş û dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta tirk, bi her awayî dijmintiya gelê Kurdistanê dike û êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê her wiha li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya kurdan dike. Di warê navneteweyî de hewl dide ku kurd neyên naskirin û êrîşê hemû destkeftiyên kurdan dike. Komplo bi awayekî din berdewam e û divê kurdistanî û dostên xwe, vê rastiyê bibînin û gorî vê rastiyê tedbîran bigirin û têkoşînê bilind bikin.

Li ser komploya 15’ê Sibatê re 23 sal derbas bû. Birêz Abdullah Ocalan heta niha jî, girtiye û di bin tecrîdekî giran de ye. Ev ji salekî zêdetir e, dostên gelê kurd, di asta navneteweyî de bi navê ‘Dem Dema Azadiyê ye’ kampanyayek mezin ji bo azadiya Birêz Ocalan dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KNK’ê jî kampanyaya azadiya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemû hêzên kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê de careke din bang li hemû kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê ne hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekitiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.

KNK her wiha bang li hemû kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15’ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar