Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK û KON-MED’ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kirin

KNK û KON-MED'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kirin û destnîşa kirin ku azadiya welat bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye, lewma divê ew bi vê hişmendiyê tevbigerin

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne, ger kurd zimanê xwe azad bikin, wê niştimana wan jî azad bibe û diyar kir ku azadiya welat girêdayî azadiya çand û ziman e, lewma divê ew bi vê hişmendiyê nêzî mijara ziman bibin.

KNK’ê ragihand ku dewlemendiya herî bingehîn a neteweyan, ziman e û wiha got: “Jixwe ziman şengist e û stûnek girîng ji stûnên netewebûnê ye. Her gel û netewe bixwaze neteweyek çê ava bike pêwîst e bi hestiyarî û cidî nêzî mijara ziman bibe.”

KNK’ê diyar kir ku li gorî lêkolînên dawî, li bajarên bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina bi kurdî daketiye ji sedî 40-45’an û ev tişt anî ziman: “Ev tê wê wateya ku nîvê zimanê kurdî miriye! An jî li ber mirinê ye! Çend sal berê UNESCO yê jî destnîşan kiribû ku zaravayê kurmancî li hember xeteriyek cidî ye. Di heman dem da li rojhilatê Kurdistanê jî zimanê kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve di bin wê xeteriyê de ne. Helbet dewlet bi zanîn û plan li pişt vê diyardeyê ye. Ev rastî ji bo zimanên asûrî – suryanî – ermenî  li her çar parçeyên Kurdistanê jî dirust e. Em bang li tevaya sazî û dem û dezgehên Kurdistanê dikin ku teşwîqa zimanê kurdî di her warê jiyanê de bikin û xwedî lê derkevin.”

Daxuyaniya KON-MED’ê

Konfederaysona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di vê qonaxa jiyanî ya têkoşînê de ku em bi berdêl û berxwedaneke dîrokî gihîştine, berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, pê bijîn û bi pêş ve bibin. Her wiha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vî bingehî careke din roja watedar a Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda kurdî bijîn û pêş bixin. Em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li tevahî gelên cîhanê û gelê Kurdistanê pîroz dikin û bi taybetî em li dayikên xwe yên kurd, mamoste, nivîskar, zimanzan û zimanhêzên zimanê kurdî pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar