Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KNK’ê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cihanê pîroz kir

KNK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cihanî li gelên Kurdistanê û li tevahî kedkar û karkerê cihanê pîroz kir û bang li her kesî kir ku dakevin qadên pîrozbahiyê.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanî peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwêhdana eniya xwe, bi keda xwe, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya ‘Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê’. Ev cejn vê gavê li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cihanê pîroz be.”

Peyama KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Cejna 1’ê Gulanê ya hemû xelkê kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û giranbûha ye. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar ên 1’ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejîmên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal jî cejna 1’ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar aliyên Kurdistanê, êrîş û planên dijê gelê kurd berdewamin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekitiya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin.

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê niha hilbijartinek di rojevê de ye. Kurdan jî bi dostên xwe ve, lîsteyek çêkirine û tevlî hilbijartinan dibin. Ev hilbijartin girîngin. Di seranserê welêt de bayeke xurt yê guhertinê heye. Di van hilbijartinan de amanca tifaqa Kurdistanî ew e ku rejîma şerxwaz û faşîst têkbibin û bi hejmarek mezin nûneran bişînin parlamentoyê. Em weke KNK, piştgiriya lîsteya Kurdistanî (HDP – Partiya Çepên Kesk) dikin û bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û vê derfetê karbînin.

Divê hemû hêzên Kurdistanê dijî êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî kurd û Kurdistaniyan dikin ku li her derê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin, di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

KNK 1’ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cihanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên cihanê pîroz dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar