Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KNK’ê 8’ê Adar li hemû jinan pîroz kir

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê 8’e Adar Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Komîsyona jinan da zanîn ku dê bi yekitiyê  zîhniyeta baviksalar û faşîzmê têk bibin

Komîsyona Jinan a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyona jinan bal kişand ser destkeftiyên bi têkoşînê pêk hatine û yekitiya neteweyî û 8’ê Adar li hemû jinan pîroz kir.

Daxuyaniya Komîsyona Jinan a KNK’ê wiha ye:

“Em jinên kurd, 8’ê Adara îsal di nav du hevsengiyên giran de peşwazî dikin. Li aliyekî siyaseta faşîzan, dagirkerî û mêtîngeriya dewletên dagirker a li ser Kurdistanê zêde dibe, li aliyê din jî, zilm û zexta civakî ji aliyê zayendparêzî û baviksalariyê ve xwe li ser jinên kurd ferz dike. Her du jî dixwazin hêz û rêxistinbûna mezin a azadiyê bê deng bikin. Hemû deshilatdar, çi dewlet çi jî mêrên serdest, dizanin ku dînamîk û hêza bingehîn a azadiya siyasî û civakî, azadiya jinan e. Lewma ji bo pêşiya vê hêzê bigrin, zext û zilmê zêde dikin.

Di serî de dewleta dagirker û metînger a tirk ji bo karibe xwe li ser pêyan bigre, îro li bakur, başûr û li rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar li dijî kurdan dimeşîne. Hemû danûstandinên xwe yên dîplomatîk jî, li ser dijberiya kurdan ava kiriye. Ji bo ku li Tirkiyeyê di nav civakê de jî, dengê azadî û demokrasiyê bilind nebe, banga desthilatdariya mêrên serdest dike û her diçe koletiya li ser jinan pêşve dixe. Jixwe pergalên faşîzan di karekterên xwe de ne tenê li dijî pirrengiya civakî ne, dixwazin gelan bi rêya koletiya jinan teslîm bigrin. DAIŞ’ê xwest ku vê yekê li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn pêk bîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî weke mîmarê DAIŞ’ê dixwaze vê siyasetê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rêya qanûn, siyaset û çandê bi cîh bike. Di vê çarçoveyê de AKP-MHP tenê dijminên gelê kurd nîn in, dijminatiya jinan jî stratejiyeke sereke ye.

Şervanên jin ên kurd weke lehengan li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Îro serkeftina leşkerî û şikestina DAIŞ’ê nêz e. Êdî erka hemû jinên kurd ew e ku giredayî serkeftina leşkerî li dijî DAIŞ’ê, di qada civakî, çandî û siyasî de jî têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ’ê ya ku nûnertiya wê AKP-MHP pêk tîne, xurttir bikin. Erka welatparêzî û xwedîlêderketina ruhê têkoşîna azadiya jinan a 8’ê Adarê ew e ku faşîzma ku pêşengiya wê dewleta tirk dike bişikînin.

Li aliyê din ev têkoşîn pêwîst e, li dijî îdeolojiya serdestiya mêr di nava civaka kurd de jî, bê şikandin. Zêdebûna zewecan a di temenê biçûk de û kuştina jinan, li Kurdistanê her diçe zêde dibe. Li başûrê Kurdistanê di kampên penaberan de firotina keçan a di temenê navbera 10, 11, 12 salî de gihîştiye asta jor. Her wiha li başûrê Kurdistanê roj nîne ku jinek neyê qetilkirin. Kuştin û xwekuştina jinan li Rojhilat, Bakur û di nava kurdên dîasporayê Ewropayê de jî, zêde bûye. Bi baldarî pêwîst e, em jin wan bûyeran weke pirsgirêka neteweyî bigrin dest û bi rêya torên siyasî û civakî, kuştina jinan û teşwîqkirina ji bo xwekuştinê weke sûcê mirovahiyê û nirxên li dijî welatpareziyê di nav civaka kurd û Kurdistanê de bigrin dest.

Yên li dijî baviksalariya ku binesaziya faşîzmê ye, di qonaxa herî girîng a dîroka kurdan de pêşengiyê dike dîsa jineke kurd e. Leyla Guven hem weke kurd him jî weke jin îro bû sembola pêşengiya li dijî şer, mêtîngerî, dagirkerî û faşîzmê. Pêwîstî heye ku jinên kurd li berxwedana Leyla Guvenê xwedî derkevin da ku pergala li dijî kurd û jinê ji binî ve bişikê. Di vê çarçoveyê de, daxwaza Leyla Guven û hemû berxwedêrên girevên birçûbûnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pir grîng e. Birêz Abdullah Ocalan azadiya jinan, kir pîvana azadiya civakê. Êdî hebûn û rexistinbûna jinan bû garantiya azadiya Kurdistanê. Ji ber wê sedema rixme hemû paşveketina baviksalariya civakî û faşîzma dewletên dagirker, jinên kurd di asta cîhanê de weke şopdarên Clara Zetkîn û şoreşa navneteweyî ya jinan tê pejirandin.

Di salvegera 8’ê Adarê de em bejna xwe li ber hemû jinên şehîd ditewînîn û dubare piştgiriya xwe ji bo berxwedrêrên girevên birçibûnê tînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar