Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK’ê bang li hêzên kurdistanî kir: Dijî DAIŞ’ê bibin yek

Konseya Rêvebir a KNK’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Divê hemû hêzên kurdistanî wekî sala 2014’an li hemberî êrîşên DAIŞ’ê bibin yek.”

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêvebir ya KNK’ê derbarê êrîşa DAIŞ’ê ya li Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Ev demek e DAIŞ êrîşan dike. Di taybetî êrîşên xwe di devera maddeya 140’an de zêde kirine. Hem gel û hem jî pêşmerge şehîd dibin. Rast e her kes DAIŞ’ê û xwînxwarîya wê nas dikin, lê êrîşên li ser van deveran bê destek nînin û planên dijmînên gelê kurd li pişt wan e. Ji Şengalê heta Xaneqînê gelê me yê di devera maddeya 140’an de di bin tehdîdan de ye.

Beriya çend rojan DAIŞ’ê êrîşî çend deverên kirin, weke li der dorê Kerkûkê, Kifrî, Kelar û hin herêmên din jî. Di encamê van êrîşê de çend pêşmerge şehîd ketin. Şeva din jî li Mexmûrê, DAIŞ’ê êrîşê gundê Xidircîce û benda pêşmergeyan kir. Di encama êrîşê de 10 pêşmerge û sê gundî şehîd ketin. Em KNK, xema malbatên şehîdan parve dikin, ji malbatên wan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Li aliyê din ev demek e dirêj e her kes dizanî ku DAIŞ di çiyayê Qereçox de, xwe rêxistin dike û carinan jî êrîşan dike. Ev êrîş jî ne ecêb û xerîb e. Lê ya nexweş ev e ku li hember van êrîşan tevbîrên pêwîst nehatine stendin. Mixabin hikûmeta başûrê Kurdistanê, tevdîrên pêwîst nestendiye.

Gelê me yê li van herêman dijîn di bin xetereyeke mezin de ne. Ev mesele ne meseleya partiyekî ye. Ev mesele ya hemû Kurdistanê ye. Divê hemû hêzên Kurdistanê xwe ji parastina van deveran berpirsyar bibînin û bikevin nava tevgerê. Di vî warî de berpirsyarîya mezin a hikûmeta Başûr e û divê zûtirin tevbîrên pêwîst bên stendin.

Em KNK jî, em ê di nava vê xebatê de cihê xwe bigirin. Em ji hemû partî, rêxistin û kesayetîyên endamê KNK’ê jî dixwazin ku derfetên xwe ji bo parastina gelê me yê li vê herêmê seferber bikin.

Bi vê munsebetê em carek din şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û êrîşkaran şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar