Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK’ê bang li hikûmeta Başûr kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê kesên di serhildanên Şêladizê de hatine binçavkirin demildest bên berdan. KNK’ê bang li gelê Başûr jî kir ku destûrê nedin tu aliyên siyasî û leşkerî ku mafên wan ên qanûnî bin pê bikin

Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî çalakger û rojnamegerên ku li Behdînanê ji ber raperîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatine binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di roja 11’ê sibatê de Dadgeha Dihokê dema binçavkirina çend kesên ku hatin binçavkirin dirêj kiriye û wiha dom kir: “Her wiha çend kes jî bi hinceta ‘taybentmendiya cih’ birîn Dadgeha Dêrelokê. Dosyaya binçavkirina 6 kesên din ên bi navên Şêrwan Şêrwanî, Takor Zerdeştî, Rêkan Reşîd, Eyaz Kerem, Mistefa Bamernê û Erdal Zaxoyî li Dihokê hatin hiştin.”

Daneyên êrîşên dewleta tirk

KNK’ê daxuyand ku li gorî medyaya Başûr ev kes dê li gorî madeya 156 a cezayê Iraqê ku ‘xiyaneta nîştimanî û xirabkirina aramiya welat’ pê tên cezakirin, ‘Cezayê darvekirin û cezayê hetaheta’ digre nava xwe tên dadgehkirin. KNK’ê diyar kir ku çalakvanan li dijî dagirkeriya artêşa tirk ku li ser jiyana gel gefe nerazîbûn nîşan dane û wiha domand: “Li gorî daneyan tenê di nava 4 salên borî de, 823 caran bi rêya balafiranên Tirkiyeyê xaka Herêma Kurdistanê hatiye bombebaran kirin û zêdetir 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Lewma jî xistina dosyaya siyasî ya kesên hatin binçavkirin, xwedî bingehekî qanûnî nîne. Diviya bû ev kes li gorî qanûna jimar 11 a sala 2010’an bihatina darizandin.”

Bang li gelê Başûr kir

Daxuyaniya Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a KNK’ê wiha bi dawî bû: “Em bang li hikûmet û dezgehên dadê yên Herêma Kurdistanê dikin ku demildest bendên mafên mirovan li ber çavan bigirin û kesên li Behdînan hatine binçavkirin bê merc berdin. Em daxwazê ji gelê Başûr jî dikin ku nehêlin mafên sereke ji aliyê tu dezgehekî ewlehiyê û siyasî ve werin binpêkirin. Ji bo sîstemekî şaristanî û dadperwerî ku mafên mirovan têde guncav binin û hêjayî jiyana xelkê başûrê Kurdistanê be têkoşîna piralî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar