Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku cejnên Êzidiyan dîrokeke kevnar e û destnîşan kir ku cejna Êzî divê weke kevneşopiya xwedîderketina li bawerî û çanda Kurdistanê bê dîtin.
KNK’ê işaret bi wateya mezin a vê cejnê ji bo gelê Êzidî kir û bal kişand ser metirsiya heyî ya li dijî Êzidiyan. KNK’ê diyar kir ku parastin û avakirina Şengalê wezîfeya hemû hêzên Kurdistanî ye û ragihand ku ji bo Êzidiyan dema vegera li welêt e.
KNK’ê got, “Li ser vê bingehê weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em bang li gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û dostên gelê xwe dikin ku bi hev re Şengalê ava bikin û ji bo vegera Êzidiyan a li cih û warê xwe bibin alîkar.”
Di dawiya daxuyaniyê ce cejna Êzî ya gelê Êzidî hate pîrozkirin.