Navenda Nûçeyan
Peyama KNK’ê wiha ye:
“Rojbûna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25’ê kanûnê wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîroz kirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe pîroz dikin.
Li Kurdistanê nufûseke qelebalix a bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hemwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK’ê de jî hemwelatiyên Mesîhî têne temsîlkirin.
Cejna Noelê nêzikê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.”