Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

KNK’ê Cejna Remezanê pîroz kir: Li ber êriş û dagirkeriyê rabin

KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û ev tişt got: "Bi vê munasebetê em bang li hemî kurd û kurdistaniyan dikin ku li hember êriş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta gerîlayên Kurdistanê rawestin."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Peyama KNK’ê wiha ye: “Sibe cejne, cejna Remzanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrişên dewleta Tirk jî ser ve zêdebûne. Li Bakur jî şerê man û nemanê dewam e.

Em îsal cejna Remezanê, di bin êrişên dewleta Tirk ên li ser gel û hemî nirxên şoreşê û taybetî yên li başûrê Kurdistanê de, pêşwazî dikin. Du hefteyan pêş cejnê, dewleta Tirk operasyoneke mezin li herêmên Zap û Avaşîn, dan destpêkirin. Niha li van herêman şerên giran rû didin. Hêzên Parastina Gel, hêzên azadiyê, gerîlayên Kurdistanê bi qehremaniyek mezin li ber xwe din û derbên giran li dijminan dixin. Ev êrişên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG’ê ne, li dijî hemî destketiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di heman demê de êrişên li ser Rojava jî dewam in. Li aliyê din hikumeta Iraqê jî hêz şandine Şengalê û dixwazin îradeya gelê Şengalê binpê bikin û Rêveberiya Xweser ya Şengalê hilweşînin. Projên dijminan mezin in û hemû destketiyên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne.

Divê hemû hêzên Kurdistanê li dijî van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êriş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta gerîlayên Kurdistanê rawestin.

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar