Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KNK’ê cejna şervanên azadiyê pîroz kir

KNK'ê êrîşên dagirkeriyê bi bîr xist û diyar kir ku ew di nava aloziyekê de Cejna Remezanê pîroz dikin û cejnê li şervanên azadiyên ku niha li çeperan li dijî dagirkeriya tirk li ber xwe didin, pîroz kir

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate ragihandin ku ew îsal cejnê di nava rewşeke aloz de pêşwazî û pîroz dikin û wiha hat gotin: “Li tevahiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser başûr û rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta tirk jî bi ser ve zêde bûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye. Li vê aloziya mezin, pandemiya koronayê jî li seranserê Kurdistanê berdewam e.”

Hewldanên dewleta tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê

KNK’ê diyar kir ku dewleta tirk ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojava jî êrîşî gelê Kurd dike û wiha dewam kir: “Dewleta tirk, beşek ji axa rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Ev e 20 roj in dewleta tirk, bi hemû hêza xwe ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonên berfireh pêk tên. Dewleta Tirkiyeyê ev operasyona xwe di roja 24.04.2021’an de, da destpêkirin. Ev êrîşên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG’ê ne, her wiha li dijî hemû destketiyên kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenosîd) li dijî gelê ermenî ye. Destpêkirina operasyonê di vê rojê de, ne tesaduf e. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê ye.”

Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê weke destanekê ye

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku gelê kurd û şervanên azadiyê bi her awayî li dijî van êrîşan li ber xwe didin, bi fedakarî û lehengiyeke mezin êrîşên dijmin pûç dikin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana hêzên gerîla ya li van deveran weke destanekê ye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta berxwedêrên Metîna, Zap û Avaşîn de, em hêzên berxwedêr ên Kurdistanê hemûyan silav dikin û spasiya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Di heman demê de di serî de şehîdên berxwedana li Metîna, Zap, Avaşîn û hemû şehîdên azadiyê, dilsoziya xwe careke din radigihînin û di hizûra wan de radiwestin û rêzê digirin.”

Gelê me nema bindestiyê qebûl dike

KNK’ê ragihand ku li çar parçeyên Kurdistanê, li her deverê gelê kurd êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin, di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye û wiha got: “Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e. Nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe, rêbertiya xwe û têkoşerên xwe heye.”

Her wiha KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de cejna Remezanê di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û tevahiya alema îslamê pîroz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar