Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK’ê encamnameya civîna 19’emîn aşkera kir

KNK’ê encamnameya civîna 19’emîn a li Hollandayê di 18, 19 û 20’ê Cotmehê de pêk anî bi daxuyaniyekê aşkera kir

KNK’ê encamnameya civîna giştî ya 19’emîn ku di navbera 18 û 20’ê cotmehê de li Holandayê pêk hat bi daxuyaniyekê ragihand.

KNK’ê di encamnameya civîna giştî de wiha got: “19’mîn Civata Gîştî ya KNK’ê bi beşdariya zêdetirî 350 endam û mêvanan di rojên 18, 19 û 20’ê Cotmeha 2019’an de, li Hollandayê pek hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji seranserê Ewropa, ji Amerîka, ji welatên Sovyeta berê, ji Rojhilata Navîn, ji Avustralya nûnerên partî û rêxistinan û endam, di civînê de amadebûn. Di Civata Gîştî de gelek mêvan jî, ji rojava û başûra Kurdistanê beşdar bûn. Her weha hinek partîyên kurdistanî cara yekemîn beşdarê Civata Giştî bûn û destek dane KNK’ê. Daxwaza beşdarbûna civînê û endametîya KNK’ê îsal ji her salî zêdetir û bi coştir bû.”

KNK’ê di encamnameyê de ragihandin ku 19’emîn kongreya KNK’ê di nava mercên şerekî dijwar de ku dewleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hate kirin û wiha got: “Ji ber vê sedemê erîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser Rojavaya Kurdistanê bûn mijara sereke ya civata gîştî. Hemû beşdarên civata gîştî, şerê dewleta tirk ya dagirker yê li ser Rojava, wek erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandin. Partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî yên beşdarî Civata Giştî bûbûn, hemû nakokiyên navbera kurdan dane alîkî û helwesteke neteweyî nîşan dan. Hemûyan bi yek dengî digotin: Azadî û statûya rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemû kurdistaniyan e.

 Têkoşîna kurdan rojeva sereke ye

KNK’ê di encamnameyê de wiha got: “Gelê kurd, îro bi têkoşîna xwe ya bê hempa ya ji bo nasname, azadî û statûya xwe ya siyasî, bûye rojeva sereke ya Cihanê. Têkoşîna kurdan ya azadîyê bûyê wek sembola exlaq û wîjdana mirovahiyê. Bi taybet xwedîderketina têkoşîna azadîyê ya rojavaya Kurdistanê, edî ji sînorê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbaz kirîye û bûye malê Cihanê. Li her çar alîyên Cihanê gel dibêjin “Rojava ya me ye – em Rojava ne!”

Dewleta tirk li dijî gelê mê û hemû deng û rengên Rojava şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê mêze dike, pir zelal diyar e ku ew dixwaze kêys û fersenda Mîsak-î Mîllî ya sala 1919an bi dest xwe bixe. Di plansaziya wan de armanca cîbicîkirina nexşeya Mîsakî Mîlliyê heye û ji bo vê jî komkujiya Kurdan, ji xwe re rewa dibînin. Serokomarê dewleta tirk eşkere dibejê heya sala 2023’an, yanê di 100’mîn salvegera avakirina Cumhuriyeta Tirkiyeyê de, ez ê Tirkiyeyê mezin bikim. Ez ê sînorê Tirkiyê berfireh bikim. Çawa di şerê Cîhanê yê yekemîn de, avakirina netewe-dewleta tirk li ser komkujiya mîlyoneke û nîv ermenî û bi sed hezaran Aşurî/Sûryanî/Kildanî pêk hat, di qonaxa şerê Cîhanê yê sêyemîn de jî dixwaze, sînorê dewleta xwe bi komkujiya kurdan berfireh bike. Lê sînorê ku ew dixwazin biguherin, xaka Kurdistanê ye. Kurd bi berxwedaneke dîrokî li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê stratejiya mezinkirina dewleta tirk asteng dikin. Ji ber vê yekê, wan jî stratêjiya xwe li ser komkujiya Kurdan amade kirine. Dewleta tirk vê gavê li ser du parçeyên Kurdistanê rasterast di nav şer de ye. Li Başûra kurdistanê jî, ji bo dagirkirinê zemînekî xurt yê leşkeri, ekonomîk, çandî, sîyasî û dîplomatîk amade kiriye. Li başûrê Kurdistanê bi riya şerê taybet dixwaze nakokiyan bixe navbera partiyên sereke yên Kurdistanê, da ku şerê birakujiyê bi pêş bixe. Lê belê, di wê derbarê de dewleta tirk nikare ti encaman bigre. Ji ber ku hemû partîyên sîyasî yên kurd rastiya dewleta tirk ya dagirker û talanker baş dizanin.

Wek di 9’ê cotmehê de bi erîşa dewleta tirk jî dîyar bû, Kurdistan di merkeza şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Di avakirin û têkçûna hevsengîyên sîyaseta herêmî û navdewletî de, helwest û sekna kurdan dîyarker e. Kurd êdî xwedî taktîk û stratejiyên birêkûpêk in. Di vê sedsalê de derfetên ku kurd bibin xwedî statû, pir zêde ne. Ji alîye din ve jî, ji bo ku kurd nebin xwedî statû, dewleta tirk  û dewleta Îranê jî, êrişên xwe zêdetir dikin.

 ‘Yekitiya Neteweyî ji bo parastinê êdî mecbûrî ye’

Pêwîstiya yekitiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji ber vê jî, pêwîste ku di demeke kurt de konferansek yektîya neteweyî pêk were, da ku staretjiyeke hevbeşa Kurdan derkeve holê. 19mîn Civata Gîştî ya KNK’ê ji bo lidarxistina konferansek neteweyî erk û pêywira bangewaziya hemû partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê hilda ser xwe.”

 50 endamên KNK’ê zêde kirin

Di encamnameyê de der barê rêveberiya nû ya KNK’ê hate gotin, “Di 19’emîn Civata Gîştî ya KNK’ê de li ser daxwaza beşdaran di destûrnameya KNK’ê de hinek guhertin pêk hatin. Hejmara endaman li gor destûrnameya KNK’ê ya berê bi 300 kesî hatibû sînorkirin. Bi guhertina xala pêywendîdar, 50 kes li hejmara endaman zêde bûn û bi tevahî hejmara endaman bû 350 kes.

Her wiha, îsal di Civata Gîştî de hevserok û konseya KNK’ê jî, ji nû ve hatin hilbijartin û hatin guhertin. Di Civata Gîştî ya îsal de Birêz Zeyneb Morad Sohrab û Birêz Ahmet Karamûs wek hevserok ji bo dewreya 2019-2021’an hatin hilbijartin.

Endamên Konseya Rêvebir yên ji bo dewreya 2019-2021’an jî, ev birêzên navên wan hatin hilbijartin: Zubeyir Aydar, Şahla Hafid, Nilufer Koç, Refiq Gafur, Behzat Pîrmusa, Raman Mecîd, Leyla Birlik,

Kwêstan Davudi, Ekrem Hiso, Mecîd Haso, Fuad Cemal, Seîd Saidî, Numan Ogur, Rodi Melek, Amina Rad” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar