Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KNK’ê jenosîda 1915’an şermezar kir û xwest Jenosîd bê nasîn

KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera jenosîda 1915’an daxûyaniyek da û got: “Em weke KNK’, qirkirina sala 1915’an bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve weke qirkirin bê qebûl kirin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera qirkirina gelên xwecihî yên Xiristiyan ku li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê dijiyan û ji aliyê Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan ve pêk hatî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Împaratorya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an da, li dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan (Mesîhî) ku li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê dijîn, qirkirinek mezin pêk anî. Hejmareke mezin ya Kurdên Êzidî jî ji ber vê êrîşê hatin qetilkirin. Di vê qirkirine da rêvebirên Cemîyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. Armanc ew bû ku çand û dîroka gelê ermenî û asûrî-suryanî-kildanî ji holê rakirin û qirkirin bû. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne pêkan e bê înkarkirin. Di belgeyan de bi awayek aşkere tê diyar kirin ku milyonek û nîv bêhtir mirov hatine qetilkirin. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê pişt rast dike.

Ji gelê asûrî-suryani-kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgun kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî dermirovî bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Qetilkirina gelên asûrî-suryanî-kildanî û ermenî û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan rawa hate dîtin; bi bangên cihadê û bi fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.

Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an da jî ev gel qir kirin. Birîna vê qirkirinê hêj jî derman nebûye. Her çendî sed û heşt sal in li ser dîroka vê qirkirinê derbas bûye jî, travmayên hatine jiyîn bîrhatinên kûr li gelek nifşên nû bûye. Piştî qirkirina ku sed û heşt sal bi ser derbas bû, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke, hingê dibe hevkarê vî sûcê ku tê wateya bi awayekî din domandina qirkirinê. Bi munasebeta 108’emîn salvegera qirkirinê, em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.

Em weke KNK, qirkirina sala 1915’an careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve weke qirkirin bê qebûl kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar