Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

KNK’ê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez bang kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi fermana rayedarên dewleta tirk û bi destê MÎT’ê hatine qetilkirin. Konseyê bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku di 11’ê çileyê de li Parîsê kom bibin û tev li merasîma bîranînê bibin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê bi bîr xist ku di 9’ê çileya 2013’an de li nava Parîsê, di Buroya Informasyona Kurdistanê da sê jinên egîd, ji hela îstixbarata dewleta tirk (MÎT) ve hatin kuştin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Sara (Sakîne Cansiz) yek ji damezirînerên PKK’ê û siyasetmedara jîr û têkoşer a Kurdistanê û endama KNK’ê bû. Rojbîn (Fîdan Dogan)  berpirsyara karê derve ya KNK’ê li Parîsê û Ronahî (Leyla Şaylemez) jî têkoşera ciwan a bizava azadiya Kurdistanê bû. Sê şoreşgerên doza Kurdistanê. Sê xebatkarên aktîf ên bizava jinên Kurdistanê. Sê jinên ku temamî jiyana xwe fedayî doza Kurdistanê kirin. Sê jinên bi fikr û pratîka xwe ve nimûne ku di ber doza Kurdistanê de canê xwe gorî kirin.

Dewleta tirk her sê jinên têkoşer bi zanabûn û bi plan kirine hedefa xwe. Kuştina van şêrejinan hem ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve, hem jî ji aliyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê siyasetmedarên aktîf ên bizava azadiya Kurdistanê û di ser de jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê de sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasiyê da aktîf e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşketina prosesa diyaloga çareseriyê ye ya ku ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatiye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahiya kar û xebata dîplomasiya Kurdistanê ya li Parîsê.

Xwestin bizava azadiya Kurdistanê sabote bikin

MÎT’ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van her sê şert û mercan de plan kir û kiryara xwe jî bi cih anî. Gelek bi plan bû ji ber ku kujerê xwe midehekî dirêj li nava civata kurdên li Parîsê bi cih kiribû. Dewleta tirk bi vê operasyonê xwest ku înîsiyatîfa bizava azadiyê ya Kurdistanê ya di destpêka prosesa çareseriyê da sabote bike, bişkêne. Hilbijartina Parîsê jî bi zanebûn hate kirin. Ji ber ku Fransayê hem li Başûr hem jî li rojavayê Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.

Tespîta gelê kurd rast derket

Di dengvedana kuştina siyasetmedarên jin ên doza Kurdistanê, bizava azadiyê ya Kurdistanê û bi giştî kurdan tesbîteke rast û di cih de kirin û aşkera gotin ku dewleta tirk ji kuştina wan berpirsiyar e. Bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser vê navnîşanê raweste û li hemberî vê terora dewleta tirk a li Parîsê pozîsyoneke cidî werbigire.

Hê jî kujer nehatine darizandin

Li ser şehadeta van her sê têkoşeran heft sal derbas bûn. Lê hêj jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekiriye. Kujer di hefsa Parîsê de mir. Lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî kujerê MÎTê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakir nava toza arşîvê. Li ser daxwaza malbatan û aliyên kurd, herçend lêkolînekî nû hatibe despêkirin jî lê heta niha kujer nehatine aşekerakirin û nehatine darizandin.

Îtîrafên rêveberên MÎT’ê

Lê belê aliyê kurd ji serî pê ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestiyan û plana operasyona MÎT’ê aşkera kirin. Herî dawî KCK’ê bi navê Sara yê (Sakîne) li dijî MÎT’ê operasyoneke leşkerî pêk anî û du ajanên ku di nav çerxa MÎT’ê de berpirsiyar bûn, girtin. Di lêpirsîna wan de û di belgeyên li ser wan de xuya bû ku berpirsyarên komkujiyê MÎT’in. Ji belge û îtirafên elemanên MÎTê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta tirk, hikûmeta Erdogan fermana vê kuştinê daye û MÎT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.

Fransa li gorî berjewendiyên aborî tevdigere

Dewleta Fransayê di vê mijarê de di nava xeletiyeke mezin de ye. Îstixbarata Fransayê, hikûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek aşkera dizanin ku MÎT’ê ev kiryar kiriye û dewleta tirk sûcdar e. Ev kiryar ji aliyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransayê ji ber berjewendiyên ekonomîk ên bi dewleta tirk re, xwe nade ber ronîkirina vê kiryara terorane ya dewleta tirk a li ser xaka xwe.

Fransa helwesteke layiqî demokrasiya xwe nîşan nade

Ji aliyê kurdan ve kiryar ji hemû eniyan ve ronî û zelal bûye. Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransayê agehdar û serwext kiriye. Ji pratîka van heft salan xuya ye ku dewleta Fransayê reftareke layiqî demokrasiya xwe nîşan nade ku ev komkujî ji her alî ve bê ronîkirin û dewleta tirk bê mehkûmkirin. Lewma ev helwesta neyînî ya dewleta Fransayê dilê kurdan gelek diêşîne.

KNK di heftemîn salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên kurd de ji dewleta Fransayê dixwaze ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li gorî pîvanên hiqûq û demokrasiyê bidin vekirin û rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adilane bide û dewleta tirk bê cezakirin.

Banga tevlêbûna çalakiyan

Weke hersal bi munasbeta salvegera komkujiyê, gelê kurd dê ji hemî welatên Ewropayê biherikin Parîsê û dê edaletê bixwazin. Em weke KNK’ê bang li gelê xwe dikin ku ji hemû salan zêdetir, di roja 11’ê çileya 2020’an de li Parîs ê kom bibin û dengê xwe bighînin reya giştî ya cîhanê. KNK carek din kiryarên vê komkujiyê ku rêveberên dewleta tirk in, bi tundî şermezar û mehkûm dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar