Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK’ê ji bo diyalogê bang li PKK û PDK’ê kir

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ji ber rîska mezin a şer bang li PKK û PDK'ê kir ku tavilê diyalogê pêş bixin

Di 13’yê Kanûnê de li qadeke navbera du gundên Amediyê, hêzên taybet ên PDK’ê gule li wesayîteke gerîla reşandibûn û vê yekê tirs û fikara li ser şer zêde kir. Li gorî HPG’ê di encama vê gulereşandina giran de 2 jê giran 3 gerîla birîndar bûn.

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs derbarê mijarê de axivî û banga lezgîn ji her du aliyan re kir û wiha got: “Bi navê Hevserokatiya KNK’ê, her wiha weke endamekî şandeya serdana başûrê Kurdistanê de kir (Meha Mijdarê), banga lezgîn li aliyan dikim. Em vî şerê dawî weke provokasyonekê dibînin. Divê her du alî xwe ji vê provokasyonê vegirin.”

Pêwîst e hêzên li herêmê xwe vekişînin pozisyona berê

Karamûs diyar kir ku divê her du alî teqez bi berpisyarî tevbigerin û bal kişand ser qada ku rageşiya şer lê rû da û ev tişt anî ziman: “Hêzên ku li wir bi cih bûn, yên ku li ber hev rabûn, divê bi lezgînî li çeperên xwe yên berê vegerin. Neçar in ku bi rêya hevdîtinê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber ku ev şer dê li qadekê nemîne û dibe ku li her devera Kurdistanê belav bibe. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê li berjewendiya partî yan jî kurdekî neyê. Berevajî dikare li Kurdistanê bibe sedema têkçûnê.”

Bingeh ji dagirkeriya dijmin re tê amadekirin

Di berdewamê de Karamûs destnîşan kir ku rageşî û rîska şer tenê amadekariyê ji dagirkeriya dijmin re dike û wiha pêde çû: “Lewma em bang li PDK û PKK’ê dikin, bang li pêşmerge û gerîlayên HPG’ê dikin; Ev şer bi tu awayî ne bi xêra kurdan e. Berevajî, dikare destketiyên kurdan têk bibe.”

Karamûs bang li partî, saziyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku zimanekî şer sor dike bi kar neynin, aştî û biratiyê teşwîq bikin û wiha got: “Gotinên sorkirinê û daxuyaniyên bi vî rengî ne li xêra destketiyên kurdan e.”

Yekane rêya çareseriyê

Karamûs got ku yekene rêya çareseriyê diyalog û hevdîtin e û xwest bi rengekî cidî nêzî bangên KNK’ê bibin û tavilê rêya diyalogê bê hilbijartin.

Di axaftina xwe de Karamûs da zanîn ku hewldanên diyalogê û amadekirina bingehê ji vê yekê re, wezîfeya wan a neteweyî ye û ev bang li pêşmerge û gerîlayan kir: “Bi rengekî aşkera bang li pêşmerge û gerîlayan dikim; xwe ji şer vegirin. Divê xwîna xwişk û birayên xwe, xwîna kurdan neyê rijandin.”

Banga taybet a li Mesût Barzanî

Karamûs bangeke taybet li Serokê PDK’ê Mesût Barzanî jî kir û wiha got: “Di vê mijarê de divê bi rola xwe rabe. Pêwîst e şer, şerê navxweyî, şerê kurdan rawestîne.”

Karamûs bi navê KNK’ê bang li partiyên kurdistanî hemûyan kir ku bicivin û anî ziman ku ji bo pêkhatina civîneke bi vî rengî ew hewl didin.

Karamûs bal kişand ser serdana wan a li başûrê Kurdistanê ya meha mijdarê pêk anî bûn û diyar kir ku ji bilî PDK’ê partî û rêxistinên civakî yên sivîl hemûyan nîşan dan ku ew alîgirê diyaloga navbera kurdan e û wan ev helwest ji PDK’ê re jî ragihandine.

Daxuyaniyên Mesrûr Barzanî

Di berdewamê de Karamûs nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê yên li ser PKK, Şengal û Rojava da û wiha domand: “Em vê helwestê teqez qebûl nakin. Ne li gorî berjewendiya kurdan e. Daxuyanî û ferzên Mesrûr Barzanî, helwesta aşkera û dijminane ya li dijî PKK’ê me diêşîne. Em van nêrînan parve nakin û divê li ber rabin.”

‘Dibe ku bingeha yekitiyê ji holê rabe’

Karamûs têkildarî encamên şerekî gengaz hişyarî da û diyar kir ku ger şer giran bibe, bingeha yekitiya navbera kurdan dibe ku ji holê rabe û ev tişt anî ziman: “Ger şerê navbera pêşmerge û gerîla bigihêje asteke bilindtir hingî ev zemîn dikare ji holê rabe. Gelek çeper û destketiyên me hene ku dikarin ji destê me biçin. Ne tenê dagirkeriya dijmin, her wiha di navbera kurdan de dijminatiyeke welê dikare rû bide ku sererastkirina wê zehmet be.”

Her wiha Karamûs destnîşan kir ku rageşiya rû da, zexteke dewleta tirk e û got ku ji şerê nava kurdan tenê dagirker bi ser bikevin. BRUKSEL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar