Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

KNK’ê ji bo hestiyarî û diyalogê bang kir

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber bûyerên li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê banga hestiyarî û diyalogê kir

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber ku li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên kurd de alozî û şer pêk neye bi daxuyaniyek banga hestiyarî û diyalogê kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Serê vê sibehê li başûrê Kurdistanê li devera çiyayê Metîna, bûyerek pir xeter pêk hat û nûçeyên xembar gihîştin me. Di encama vê bûyera xemgîn de komek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û komek jî birîndar bûn. Gelê Kurdistanê û dostên gelê me, ji ber vê bûyerê dilşkestî û xemgîn in. Em KNK jî, ji vê bûyerê xemgîn û dilgiran in.

Li çiyayê Metîna ji 40 rojan zêtedtir e, di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG’ê de şerek dijwar rûdide. Armancên dewleta tirk û encamên vî şerî diyar in. Artêşa tirk di êrîşên xwe de, gelê herêmê, gundên herêmê û xwezaya herêmê jî dagir dike. Heya niha 22 gunden kurdan û keldaniyan hatine valakirin, zevî û baxçeyên gundiyan û daristanên herêmê hatine şewitandin. Zêdetirîn hezar û 500 welatî ji wan gundan koçber bûne.

Serokomarê tirk roja 2’ê hezîranê li ber çavên cîhanê, di televîzyona xwe fermî de, peyama qetlîama li dijî kurdan dubare kir û got ku wê dewleta tirk kampa penaberan a Maxmûrê paqij bike. Li kampa Mexmûrê 13 hezar zarok, jin, mêr, kal-pîrên kurd hene û ji ber zilma dewleta tirk penaber bûne. Di rewşeke wiha de pewîstiya kurdan sekneke hevbeş a neteweyî ya dijê siyaseta komkujîya dewleta tirk heye.

Bi çi armancê be bila bibe, bê diyalog û bê agahdarî, şandina hêzek pêşmerge ji bo vê deverê, cihê pirsê ye. Armanc û rewşa bûyerê her çi dibe bila bibe, kî xetabar e kî heq e kî neheq e, li ser bersivên van pirsan wê bê rawestan. Lê tişta lezgîn ev e ku bûyer mezintir nebe û nebe sedema şerekî navxweyî. Gel û dostên me li ser vê rewşê hestiyar in. Divê em hemû hewl bidin ku bûyer mezintir nebe. Mezinbûna bûyerê dilê gelê me dişewitîne û dilê dijminan xweş dike.

Pirsgirêkên di navbera hêzên kurdistanî de, divê bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Ji bo vê, ev nêzika salekê ye em di nava hewlên aştî û diyalogê de ne. KNK û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê li gel hinek kesayetên kurdistanî, komîteyek diyalogê ava kir û kete nava hewldanan. Ev hewldan heta niha jî berdewam in.

Em KNK, bang li aliyan dikin û dibêjin; di navbera xwe de diyalogê pêk bînin û pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin. Her wiha em bang li hemû hêz û kesên kurdistanî dikin ku di vî warî de xwedî helwest û rolekî pozîtîf bin.

Bi vê munasebetê, em ji pêşmegeyên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji gelê Kurdistanê û malbatên wan re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar