Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

KNK’ê ji bo vîrûsa koronayê kurdistanî hişyar kir

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Xwezayê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî vîrûsa koronayê ku her ku diçe li cîhanê belav dibe, daxuyaniyeke nivîskî weşand û kurdistanî hişyar kir.

Daxuyaniya Komîsyona Xwezayê ya KNK’ê wiha ye:

“Hevwelatiyên birêz, gelê berxwedêr ê Kurdistanê!

Berbelavbûna vîrûsa koronayê tirseke mezin e bo ser saxlemiya mirovî û sînorên dewletan bezandun e. Ev vîrûs, vîrûseke nû ye, vaksîna li dijî wê hê nehatiye dîtin. Hejmareke zor ji xelkê ji egera vê tayê jiyan winda kirin e. Ev ta ne asayî ye ku mirov bikare bi sanahî û asayî rêyên çareseriyê bê peyrevkirin. Lê dikare bi rêya xweparastinê jê ber bi belavbûna wê bête girt in. Xwe parastin û pêgîrî bi rênimayiyên tenduristî, erkê ser milê her kesekî ye, da ku bikarin xwe û civakê xwe biparêzin.

Hikûmeta herêmê (Başûrê Kurdistanê) û rêveberiya xweser a Rojava, her zû rê û rêkarên pêwîst girtine ber û şîyan bi lez ber bi tûş û zêdebûna peta yê bigrin. Di vir de pêwîste spasî û destxweşiya wan bikin. Li bakur û rojhilatê Kurdistanê tirsa tûş bûnê zêdetir e! Sedemên wê ne karameyî û na berpirsyariya rêjîmên Îran û Turkiyeyê ne. Ji aliyekî hem rastiyan li gelê xwe û li cîhanê vedişêrin û ji aliyekî din ve bi demogojî, xurafat – çîvanok û nazanistî egerên sereke yên berbelavbûn û zêde bûnê ne. Di encamê de jî qurbaniyên zêdetirn wê heb in.

Em weke Komîsyona Xweza ya KNK’ê, ji gelê xwe dixwazin ku çaverêyî bangên dewletên dagirker nebin! Em weke civakeke exlaq zindî bibîne piştevan û hevkarên hev du. Bi berçavgirtina rênwêniyên rêkxistiyên tendrustî yên navneteweyî û hestkirin bi berpirsyariyê, xwe û civaka xwe ji tûş bûnê biparêzin.

Rênîşanderên ku saziya tenduristiya navdewletî û piraniya navendên tenduristî, wek rêyên xweparastinê dayne ber çav ev in;

• Paqij û bijûnî û şûştina destan piştî encamdana her karekî.

• Dûrkeftin ji cihên pir kes lê û civînan.

• Çûn destê hev du û xwe parastin ji kesên derdor.

• Ji ber ku ev peta zêdetir bi rêya pijmînê belav dibe, pêwîste di demê kuxîn û pijmînê de miqeyed bin û paqijiyê berçav birun.

•  Ne çûyîna der ji malê, baştirîn rê ya! Çendî kêmtir peywendî bi derdorê re hebe baştir e.

•  Di demê hest kirin bi her nîşaneyeka vê nesaxîyê, yekser peywendiyê bi nexweşxaneyê bik e.

Di demê gumankirin ji tûşbûnê û manê di xaneya karantînayê de, ji bo parastina derdora xwe, pêdivî ye heyama asayî di xaneyê de biqedînî.

Tikaye van rênmayiyan ber çav bigrin! Heta ku ev qonaxe jî weke dehan qonaxên bûrî yên tirsdar ên ku gelê me di bin siha dagirkeran de bi berxwedan û agahî ve wê derbaz bikin û ezmûneke nû haya bi hev re bûnê hebûna xwe ber bihêztir bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar