Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî

KNK’ê bi daxuyaniyekê Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anîn. KNK’ê da zanîn ku Qazî Mihemed û rêhevalên wî weke sembolên mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 72’yemîn salvegera şehadeta Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê rejîma Îranê şermezar kir.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:

“72 sal berê piştî hilweşandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, damezirîner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, wezîrê parastinê , cîgirê serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mihabad ê di parlamentoya Îranê de û nûnerê Qazî Mihemed ê li Tehranê Sadr Qazî, hatin bidarvekirin.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin bidestxistin. Pêşxistina rêxistinbûna civaka kurd, pêşxistina zimanê kurdî, derxistina ferhengan û di hêla çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê de pêngavên girîng hatin avêtin. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezirîner û serokê wê jî bidarve kirin. Her wiha bi plan û planên kolonyalîzma nevneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê weke mafên rewa yên kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wê demê de biryar û ragihandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistanê,  biryareke siyasî û civakî ya bi wêrek û çavnetirsane bû ku di nava şert û mercên giran ên dawîhatina Şerê Duyemîn ê Cîhanê de. Lewre ew hewl û cangorî ya pêşengên komarê, ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didin meşandin. Tevî ku Melayên Îranê, cezayê darvekirina ciwanên kurd bi kar tîne, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomînin.

Em weke KNK’ê, di bîranîna 72 saliya li bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemû şehîdên Komara Kurdistanê carekê din bi rêz û bi hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di serî de dagirkerên rejîma Îranê, em hemû dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar