Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KNK’ê qurbaniyên Enfalê bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 32’yemîn salvegera Enfala li başûrê Kurdistanê pêk hatî û ku di wê pêvajoyê de 182 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Rejîma Baas hewl da ku kurdan tune bike. Ev siyaset encama bîrdozî û çavlêkirina regezperestî ya wan partî û desthilatdaran a li hemberî xelkê başûrê Kurdistanê bû. Kîmyebaran û enfal lûtkeya siyaseta şoven a rejîma Baas bû. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî enfal bi şêwaz û rêbazên cuda ji aliyê rejîmên dagirkerên Kurdistanê ve tê pêkanîn.

Heta niha dagirkerên Kurdistanê li hemberî çareserkirina pirsgirêka kurd nêrîneke hevbeş hene û ew jî tunekirina xelkê Kurdistanê ye. Gelo li hemberî vê siyaset û pratîka hevbeş a wan de, êdî dema wê nehatiye ku kurd jî siyaset û pratîkeke hevbeş ji bo bersivdayîna van tewanan hebe? Dema wê nehatiye berjewendiyên xelkê Kurdistanê bêxin pêş berjewendiyên teng ên hizbî û kesayetî? Dema wê nehatiye gav ji bo danîna stratejiyeke neteweyî ya hevbeş biavêjin ku bi bikarîn pêşî li dubarebûna êrîşên li ser xelkê Kurdistanê de bigirin?

Weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em careke din bi rêzdarî hemû qurbaniyên enfalê û hemû komkujiyên din bi bîr tînin. Di heman demê de daxwazê ji desthilatdarên Iraqê û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin ku daxwazên xelkê herêmên enfal lê pêk hatine bi cih bînin. Qet nebe tazmînata madî bidin û jiyaneke baş ji bo wan peyda bikin.

Em bang li xelkê Kurdistanê, rêxistinên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û eşîrên cuda yên Kurdistanê dikin ku ji bo yekitiyê gavan biavêjin ku êdî tewanên mîna enfalê dubare nebin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar