Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

 

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyaniyê de zext û zilma cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê hat bibîrxistin û bal kişand ser derketina şert û mercên pêşketina Pêngava 15’ê Tebaxê. KNK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15’ê Tebaxê ya 1984’ê, banga azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke dî hate îlankirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî de, vê carê Dihê û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li bakurê Kurdistanê di ber bi dawiya sedsala 20’an de. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilat Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Eve bi serê xwe serketineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de li bakur. Ev hemle û pêngava 15’ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be.”

KNK’ê diyar kir ku di salvegera 35’an a 15’ê Tebaxê de jî dewleta tirk êrişkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne û ev tişt anî zima:  “TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna gelê kurd û hemû kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkariya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî de hemû çek û sîlehên birandina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji bejahî bombeyên jahrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Entabê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koçkirin. Êrîşên TC’ê tenê li bakur nînin, li rojava û li başûr jî berdewam in. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêmê dagir dike. Ji sala derbazbûyî ve li rojava Efrîn, li başûr herêma Bradostan dagir kiriye û vê dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dike. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.”

KNK’ê ragihand ku dewleta tirk vegeriya ye rojên berê yên salên 80’yî û wiha domand:  “Dixwaze ku berxwedana gelê kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Tundî û îşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê. Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, kurdistanî bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketina TC’ê ye. Serketin ya Gelê Kurdistanê ye. Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15’ê Tebaxê ya 35. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêhtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wan ne. Em hêvî dikin Gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yêk, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û li dijî her reng zulm û zora dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bêxe û bigihe armanca mezin.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar