Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

KNK’ê şehîdên Helebçeyê bi bîr anî

KNK’ê qirkirina li Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê xist û ji hêzên navneteweyî yên erkdar xwest ku komkujiya Helebçeyê weke qirkirinê qebûl bike û sucdaran darizînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 34’an a komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 16’ê Adara 1988’an rejîma dîktator û faşîst a Saddam 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî bi rengekî hovane qetil kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir “Meha adarê ji bo Kurdistanê meheke bi naveroka xwe û bûyerên di vê mehê de qewimîn gelekî bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye. Yek ji van rojên herî bi trajedî, komkujî û qirkirinê 16’ê Adara 1988’an li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê bû. Li bajarê Helebçeyê zêdeyî 5 hezar kes ji aliyê rejîma dîktator û faşîst a Saddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ku di nava wan de zarok, jin û kesên bi temen hebûn. Ev qetlîama hovane hîn di mejî û ruhê gelê kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê tu carî neyê jibîrkirin. Her wiha di vê mehê de gelek qetlîam û qirkirin weke ya Helepçe ji aliyê dewletên koloniyalîst, faşîst û diktator li her çar beşên Kurdistanê pêk hatine.

Qatlîamên bi vî rengî ne ji aliye rejîma faşîst a Saddam bi tenê pêk tên. Her wiha dewleta tirk jî, di dîroka xwe ya sed salî de gelek caran bi çekên kîmyawî qetlîam û qirkirinê bi vî rengî pêk aniye û hîn jî dewleta tirk çekên kîmyawî li hemberî gelê kurd, li hemberî xelkên sivil bê cudahî bikar tîne. Dewleta tirk di nav van 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadiyê û xelkên sivîl bikar aniye û hîn jî bikar tîne.

KNK careke din dixwaze ku qetlîam û qirkirina li dijî gelê kurd, ya li bajarê Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê bixe û dixwaze Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Dîwana Edaletê ya Navdewletî komkujiya Helebçeyê weke Qirkirinê qebûl bike û sucdaran darizîne.

Gelê kurd tu carî komkujî û qirkirina Helebçeyê ji bîr nake û wê her tim di mejî û ruhê kurd de zindî bimîne. Ruhê şehîdên Helebçeyê şad be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar