26’ê çileya 2015’an saet sisê kêm deh deqe. Ev dem ji bo her kesên ji Kobanê rojbûneke nû ye. Ev kêliya ku Kobanê hatiye rizgarkirin, Kobaniya ku digotin ket û li ber ketinê ye; ala azadiyê bi rengê Arîn, Rêvan, Zehre û Gelhatan hildan. Kobanê neket û lêxist, Kobanê azad bû û bi ser ket. DAIŞ têk çû, YPJ û YPG’ê bi ser ket.
Di wî şerî de çîrok, serpêhatiyên cuda cuda qewimîn. Yek ji birîndarê şerê Kobanê û bê teredûd li ber xwe da Îsmaîl Elî di nava Kobanê de bi navê Xalê Simo tê naskirin. Xalê Simo bîranînên di nava şerê Kobanê de wiha vegot: “Beriya şer bigihêje bajar, gelek gund jî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê xilas nebûn û gelek êrîş li wan gundan dihatin kirin. Ji xwe Kobanê jî ji aliyê çeteyan di nava ambargo û dorpêçeke giran de bû. Ji aliyê rojavayê Kobanê, Şêxler, aliyê başûr navçeya Sirîn, aliyê rojhilat jî ta gundê Bexdikê, ev bû sînorê Kobanê, ew sînor jî ne xwarin ne jî pêdiviyên jiyanî derbas dibûn.”
Xalê Simo anî ziman ku di nava roj û şevekê de çeteyan berê xwe dan Kobanê û wiha domand: ” Plana çeteyên DAIŞ’ê ew bû ku êrîşî paytexta Sûriyeyê Şamê bikin. Xwestin Kobanê, Efrîn û Cizîrê ji hev qut bikin, ji bo wê jî êrîşî Kobanê kirin. Di nava roj û şevekê de bi hemû hêzên xwe, berê xwe dan Kobanê, di nava hefteyekê de jî gundên Kobanê bi temamî dagir kirin. Girê Miştenûr ku tê de gelek hevalên me şehîd bûn, di destê wan de, tang, debabe, teknîkên nûjen hebûn. Lê di destê me de tenê ew çeka me ya biçûk me li ber xwe da. Êdî qeflên şer berê xwe da bajar, di nava bajar de jî tevî teknîka kêm û guleyên kêm, me berxwedaneke dîrokî nîşan da.”
‘Mirin û mayîna me di vir de ye’
Xalê Simo diyar kir ku çete cihên digihiştin, li wir agir bi mal û bi erebeyên sivîlan dixistin û got: “Hejmareke gelekî mezin ê çeteyan êrîş kirin. Xwestin bi wê hejmara xwe ya mezin û propogandaya xwe, tirsê têxin dilê gel û şervanan. Lê gelê me beşek ji wan ji aliyê sînor derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, beşek jî li ber sînor li Kobanê tamaşe dikirin. Yên ku dikarîbûn çek hilgirim jî di nava şervanan de cih girtin. Êdî me dest bi xeta xwe ya parastinê kir. Kolana Gumrigê, Sûq el hal, xwaringeha Reqa û heta bi nêzî navenda bajarê Kobanê me xeta xwe ya parastinê da avakir. Asta têkoşîna me jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Me got êdî mirin û mayîna me di vir de ye. Sê aliyên Kobanê çûbûn, aliyek jî jê mabû. Lê di wî alî de me got yan mirin, yan jî mayîn.”
Kobanê bi fikrên Rêber Apo azad bû
Xalê Simo got ku ew û Şehîd Dogan li gundê Helincê di bin êrîşên DAIŞ’ê de bûn û wiha berdewam kir. “Me soz da ku çi dibe bila bibe em vir nahêlin. Di wê şevê heta sibehê min û heval Dogan bi qilêşê şer kir. Me digot heke Kobanê biçe, ne ziman ne jî nasname dimîne. Tenê me rêya berxwedaniyê da pêşiya xwe. Me berê xwe da Kaniya Kurdan û li wir dengê çetayan tê min ku bi navê min banî min dikin. Digotin; ‘Xalê Simo ez ê sibê di mizgeftê de te îdam bikim’. Du rojan me li Kaniya Kurdan de li ber xwe da û di wir de êdî em ketin nava bajar. Di nava bajar de 134 rojan vi awayekî bêhempa têkoşiyan. Navê Kobanê hatiye rizgarkirin û Kobanê êdî ji DAIŞ’ê rizgar bûye, ew jî bi saya berxwedaniya şervanan û hêza me ya gerîla, fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Bi hêza PKK’ê ya fedayî civaka me hat rizgarkirin û bi hêza wan jî Kobanê hat rizgarkirin. Em deyndarê PKK’ê ne û em jî soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li hêza xwe derkevin û heta dawiyê jî bi hêza xwe re bin.”
Li Kobanê çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bû
Xalê Simo anî ziman ku ew li eniya Sûq el Hai bû û wiha pêde çû: “Sar û serma bû. Her digotin wê teqwiye were lê nehatin, nanê me jî nema. Lê îradeya me û berxwedaniya me ji bo me def û dîlan bû. Kêliya ku ji bo Kobanê seferberî hat îlankirin bêhna me hat ber me. Di wê demê de ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwanên kurd berê xwe dan Kobanê û li Kobanê çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bû. Bi şevan di bin baran û kavilan de bûn. Heke em çîroka xwe bi salan bêjin jî têr nake. Lê em wek gelê Kobanê û wek havalên birîndar em ê heta dawiyê bi gerîlayên xwe re bin. Ji ber ku gerîla bi hemû hêza ji bo me berê xwe dan Kobanê û em ê jî heta dawiyê xwedî li gerîlayên xwe derkevin.”
Di domdariya axaftina xwe de Xalê Simo ev tişt anî ziman: “Me bi ruhê berxwedaniyê û bi soza heta dawiyê Kobanê rizgar kir. Di şer de du caran ez birîndar bûm. Cara yekem parçe, cara duyem jî min gule xwar. Min jî bi awayekî bêhempa li ber xwe da û ez nikarim dev ji Kobanê berdim. Piştî Kobanê hat rizgarkirin, min berê xwe da ji Girê Spî heta Sirînê, bendava Tişrîn, Minbic û Reqayê. Li Reqayê ez birîndar bûm û min lingê xwe ji dest da. Lê heke hêza min heba min ê ji bo vê dozê hîna têbikoşiyama û ez jî hîn têdikoşim. Roja rizgarkirina Kobanê ku me li Kaniya Kurdan di 26’ê Çileya 2015’an weke taritiyekê ronî me dît. Me soz da Kobanê ku em ê wê û di dawiyê de me Kobanê neda.”
Xelîl Osman Remê ku bi navê Apo Nemir tê naskirin, wiha qala serpêhatiyên xwe kir: “Beriya şerê Kobanê şoreşa Rojava dest pê kiribû. Ji bo parastina vê şoreşê jî li ser bendên kontrolê, di nava hêzê rewa de min cihê xwe girt. Piştî demekê min berê xwe da çeperê şer yên li gundê Borêz û li hemberî DAIŞ’ê dest bi têkoşînê kir. Li Borzê ez ji lingê xwe de birîndar bûm, piştî tedewiyê min berê xwe da gundê Kendalê. Heta şer gihîşt bajarê Kobanê li hemberî DAIŞ’ê ji bo parastina axa xwe têdikoşiyam.”
Apê Nemir ku li gel çar zarokên xwe di nava şerê Kobanê de cih girt ev tişt anî ziman: “Li gel çar zarokên xwe di nava şerê Kobanê de min cih girt, lê min nizanîbû ku çar zarokên min di nava şer de bûn. Agahiya min ne ji malê ne jî ji zarokên min hebû. Tiştê ku min dizanîbû ku du zarokên min di nava şer de ne, lê min nizanîbû ku çar in. Ez li eniya Sûq el Halê dimam. Piştî wê di nava kolanên Kobanê de me çeperên xwe yên şer çêkiribû, ez li wir jî mam. Şerê Kobanê çîrokeke ku nikarim pênase bikim. Dema ku ez tînim ziman ji hêrsa re dilê min radibe. Gelek hevalên min birîndar bûn, gelek ji wan jî şehîd bûn.”
Şerê Kobanê gelekî giran bû
Di berdewama axaftina xwe de Apê Nemir got ku wî çeka xwe ya qilêşê hilgirt, dest bi parastina xaka xwe kir û wiha pêde çû: “Li hemberî wa çeka min a biçûk tang, top û debabe û teknîkeke gelekî xurt hebû. Lê dîsa jî min li ber xwe da. Min her kêlî ji xwe re digot; ‘Yan ez ê şehîd bibim, yan jî em ê bi hev re Kobaniya xwe rizgar bikin’. Min ev gotin dubare dikir. Şerê Kobanê gelekî giran bû û nayê pênasekirin. Sar bû seqem bû û em bi rojan jî birçî diman, lê li hemberî her tiştî ruhê îradeya ciwan ku bi xwe re berxwedanî dianî em têdikoşiyan. Me bi saya ciwanên her çar parçeyê Kurdistanê Kobanê rizgar kir. Lê me xewnên xwe bi cih anîn, Kobanê rizgar kir û em bi ser ketin.”
Apê Nemir herî dawî ev tiş anî ziman: “Çeka min di destê min de û ez pê re diaxivîm û min digot; ‘Ji bilî te tu heval tune, ez bi te bawer im’. Di nava çepera şer de temenê min 70 salî bû û yê şervanan jî 20 salî bû. Ev temenê min nebû asteng. Ev hêza min jî ji ciwanên me hatiye. Şerê Kobanê şerekî gelekî giran bû. Kobanê jî li ber dilê min gelekî giran e. Min got ez Kobanê nadim, nadim û nadim. Min xeyala xwe pêk anî.”