Îro 1’e Midarê Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Vê rojê di serî xwe pêşengên azadiya Kobanê li jinan, hemû cangorî, berxwedêran û hemû mirovahiyê pîroz be. Bêguman azadiya Kobanê ne tenê azadiya bajarekî yan jî azadiya herêmekê ye. Azadiya Kobanê azadkirina mirovahiyê ye. Heqîqeta Kobanê ev e û ev heqîqet jî heqîqeta jinên azad û berxwedêr e. Ji bo mirov heqîqeta Kobanê rast fêm bike heceye bi her alî ve bigire dest. Ji planên dagirkeran bigirin heta berxwedana ku pêşengiya wê jinên azad dikir careke din bi bîr bîne.
Êdî derket holê ku êrîşa li ser Şengalê û Kobanê êrîşeke plankirî ya hêzên hegemon û dagirkeran bû. Hêzên hegemon û dagirkerên Kurdistanê çekên herî pêşketî dane çeteyên herî hov ên wekî DAIŞ’ê û bi ser gelê kurd de şandin. Planan wan ew bû ku wê ev çeteyên hov Kurdistanê dagir bikin û kurdên azad di qirkirinê de derbas bikin. Dema mirov li destpêka êrîşa çeteyan dinêre vê yekê baş dibîne. Çeteyan xof û tirseke wisa afirandibûn ku berî êrîş bikin xof û tirsa wan xwe digihand wir û herêm vala dibû. Tirseke wisa afirandibûn ku tu kes nikare xwe li ber van çeteyan bigire. Divê yan jê birevin an jî xwe radestî wan bikin. Rêyeke din ji tu kesî (ji bilî jin û xortên PKK’ê) re nehiştibûn. Ne tenê gel dewlet bi xwe ji van çeteyên hov ditirsiyan. Êdî hatibûn asta ku xof û tirsê têxin nav xwediyên xwe. Xwediyên wan ji wan ditirsiyan. Ew hovên bi ser serê gelê kurd de şandibûn êdî bûbûn bela serê wan. Mirovahî dibin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de dinaliya! Di rewşeke wisa de êrîşî Kurdistanê kirin.
Di vê rewşa ku cîhan ji van çeteyan ditirsiyan de gerîlayên PKK’ê bi pêşengiya jin û xortên azad û çeleng û bi derfetên kêm li ber van çeteyan li ber xwe dan. Berxwedana jin û xortên azad baweriya azadiyê bi gel re çêkir. Wekî niha tê bîra me wê demê bi sed hezaran kes daketin kolanan û hêz dane gerîlayên azadiyê. Di wê demê de gerîla bi berxwedana xwe ya bêhempa û gel jî bi serhildana xwe hêz dane hev. Di encama wê hêzê de rewşa xof û tirsê veguherî rewşa şoreşê. Di van şert û mercan de Kobanê azad bû. Bi azadkirina Kobanê re çete bi temamî şikestin û têkçûna wan destpê kir.
Di azadkirina Kobanê de xaleke din a herî girîng derket holê yek jê ew e ku; ew çeteyên hov ên ku di demeke kin de beşeke Iraqê dagir kir û dawiyê beşek Sûriyeyê jî dagirkir, li Kobanê di berxwedana jin û xortên azad de asê ma. Di demeke kin de ji hêla jin û xortên azad ve derbên giran xwarin. Bawerim di dîroka mirovahiyê de mînakeke wisa tune ye. Hovên bûne bela serê mirovahiyê di demeke ewqasî kurt de têk neçûne. Ev jî hêza jinên azad nîşan dide.
Wexta ku jin bi hêz dibin bê dikarin çawa bikin di dîroka 50 salan a PKK’ê de baş hat dîtin. Bi taybetî jî di van salên nêz de ebv yek baştir hat dîtin. Mîmarê vê yekê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Ew hêz bîr û bawerî ya da jinan û gelan Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê ji hêla pergala rizyayî ya kapîtalist e li Girava Îmraliyê dîl tê girtin. Ne tenê dîl hatiye girtin, li wir di nava tecrîda girankirî de ye. Ligel vê tecrîda girankirî jî nikarin pêşiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigirin û hêza wî kêm bikin. Berovajî vê yekê her roj hêza Rêberê Gelan Ocalan xurtir dibe. Ev hêz duh çeteyên herî hov DAIŞ têk bir, wê îro jî pêlîstokên hêzên hegemon Erdogan, Barzanî jî têk bibe û sibê jî xwediyên wan têk bibe. Ev hêz û bawerî di azadkirina Kobanê de hat dîtin.
Ji bo azadiya mirovahiyê divê ewilî em Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji wê pergala reş û tarî derxînin û di aliyê fizîkî de azad bikin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku bi rêberê azad re wê hemû mirovahî azad bibe. Ji bo vê jî aliyê kêm a serholdanê were xurtkirin. Çawa ku serhildana gel hêzeke mezin da gerîlayên azadiyê û çeteyên hov têk bir niha hewceyî bi vî ruhî heye. Ji bo vê jî çi ji destên kê/î tê divê bêyî têkeve dudiliyê, bike.
Azadî ji her demê nêzîktir e.