Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kobanê: Dewleta tirk wê nikaribe dagir bike

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê got, “Em ê bi canê xwe vê xakê biparêzin. Heta ku em hebin wê dewleta tirk nikaribe vê derê dagir bike.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê li ser êrîşên dewleta tirk ji ANF’ê re axivî. Kobanê anî ziman ku dewleta tirk dixwaze herêmê dagir bike û careke din çeteyan lê bi cih bike û bi bîr xist ku êrîşên di 19’ê mijdarê de ji Dêrikê heta Şehbayê li seranserê herêmê hat kirin, 2 hefte li pey xwe hişt. Kobanê diyar kir ku êrîş li ser dehan gund û qadên sivîlan hatin kirin, fermandar jî di nav de gelek leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û wiha got: “Lê belê tevî van hemûyan jî hem hikûmeta Şamê hem jî Rûsya bêdeng in.”

Kobanê destnîşan kir ku dewleta tirk plan dikir ku bi êrîşên hewayî yên giran re panîkê li herêmê çêbike, bi vî rengî herêmê vala bike û êrîşa bejahî destpê bike. Kobanê got, “Bêguman hesabê wan li hev nehat. Li berxwedana gel rast hatin. Tevî êrîşan jî gelê me cih û warê xwe neterikand. Êrîş ne tenê li ser xeta sînor hat kirin. Cih û warê sivîlan, binesazî, dibistan, nexweşxane hatin bombekirin. Her ku êrîş zêde bûn, gelê me jî berxwedan mezin kir. Hîn bêhtir xwedî li warê xwe derket. Em şervanên HSD’ê, zarokên vî gelî ne. Em ê xaka xwe bi canê xwe biparêzin. Heta ku em hebin dewleta tirk wê nikaribe warê me dagir bike. Bawerî û biryardariya zarokên vî gelî ya li ser têkoşînê mezin e. Em her tim li dijî her cure êrîşan amade ne.”

Hewldanên wan wê dewam bikin

Kobanê ragihand ku Tirkiye di nava xwe de xwedî pirsgirêkên mezin e, lewma xwe li şer digire û got, “Dewleta tirk ji bo karibe di her firsendê de êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, çi ji dest tê wê bike. Ji xwe hewldanên wan jî bi vî rengî ne. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku vê xakê dagir bikin û hêviya gelê me têk bibin. Ev jî soza me ye ji bo gelê me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar