Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kobanê di sedsala 21’emîn de mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer û berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê weke “Şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn“ pênase kirîbû, gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi giyanê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”

Kobanê ku piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji hêzên rejîmê hat standin û tevî Efrîn û Cizîrê “Xweseriya Demokratîk“ lê hat ragihandin, DAIŞ’ê 15’ê îlona 2014’an ji xwe re kir armanc. Kobanê ku ji bo têkbirina şoreşa gel ji sê aliyan ve hat armanckirin, bû destpêka dawiya DAIŞ’ê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî êrîşên li ser Kobanê gotibû ku binketina Kobanê, binketina hemû Kurdistanê ye û bang kiribû ku her kes li gor vê rastiyê tevbigere. Kurdan bi vê bangê berê xwe da sînorê Kobanê û xeta berxwedanê ava kir. Bi gotina “Kobanê li ber ketinê ye“ ya serokkomarê tirk Erdogan a 7’ê cotmeha 2014’an, hêrsa kurdan rabû. Bi “Serhildana Kobanê“ ku kurd daketin qadan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî tevgeriyan. Piştî “Serhildanê Kobanê“ ku DAIŞ ber bi têkçûyînê ve çû.

Saet 3 kêm 10 deqe ye

8 sal berê îro hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî şerekî dijwar di 26’e çileya 2015’an de Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Şervanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi hevkariya dostên xwe yên enternasyonal û sosyalîst, 8 sal beriya niha bi berxwedaneke mezin, kelha berxwedanê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Mizgîniya serkeftina Kobanê û têkçûyîna DAIŞ’ê, ji aliyê şervanekî YPG’ê ve hat ragihandin. Şervanê YPG’ê, piştî êrîşên bi 134 rojan, di 26’ê çileya 2015’an de serketina Kobanê wiha ragihand: “26’ê meha çile 2015. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe.”

Divê demokrasiya xwedî bingeh were avakirin

Ji bo şikandina DAIŞ’ê ya li Kobanê û rizgariya Kobanê bi hezaran şervanên kurd yên ji çar parçeyên Kurdistanê û yên enternasyonal di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê demê bi şandeya Îmraliyê re hevdîtin pêk anîbû û bi riya şandeyê ji bo berxwedana destanî ya Kobanê peyam şandibû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 21’ê mijdara 2014’an de ku hêj êrîşên li ser Kobanê didomiyan çalakiyên Kobanê bibîr xistibû û gotibû: “Di van bûyerên diqewimin de divê alî dersê jê derxin. Di vê bingehê de divê girîngiya çareseriya demokratîk a jiyanî were fêmkirin û hewldanên li ser bingeha muzakereyan bênavber girîngiyê dide nîşandan. Wezîfeya dikeve ser milê aliyan divê hiqûqa wan a bi hev re li ser bingehek saxlem û ewlehî were rûniştandin. Dema ev neyê kirin, wê encama wê bi darbeyek mezin re rûbirû bimîne. Ji xwe ji bo gel û baweriyên li ser vê axî dijîn vebijêrkek girîng e û divê demokrasiyek xwedî bingeh were avakirin.”

Berxwedana lehengî û destanî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî girîngiya berxwedana li dijî DAIŞ’ê jî wiha nirxandî bû: “Kobanê di sedsala 21’emîn de mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e û dikare hemû nakokî, şeran çareser bike. Li wir berxwedanek destanî û lehengî tê nivîsandin. Hemû gelên me ku xwedî li wê berxwedanê derdikeve bi hişmendî û rûmet tevgeriyan e. Ez di şexsê hevrêyê me Necat Suphû Agirnasli de hemû şehîdên me û malbatên şehîdên me ku giyan dane vê îradeyê silav dikim.”

Hesabên talûke

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirîbû ku ji bo siberoja demokratîk a Rojhilata Navîn aştiya herêmê girîng e û ev tişt gotibû: “Ez carek din berxwedana rûmeta mirovahiyê Kobanê û hemû gelên li welatên cîhanê ku piştgiriya xwe nîşan dane bi taybetî silav dikim. Li Kobanê darbeyek tê plankirin. Nêzîkatiya Erebbûnê di Erdogan de heye û ev gelek talûke ye. Bi ser Katar, Erebistana Suîdî dixwazin Efrînê û Kobanê girê bidin Ereban, Cizîrê jî girê bidin Başûr. Li ser Mûsil û cihên wek wê ketine nava hesabên gelek talûke.”

Mekanîzmaya darbeyê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî rizgarkirina Kobanê di hevdîtina 4’ê sibata 2015’an de jî wiha gotibû: “Hevdîtinên me li vir nebûna wê DAIŞ’ê her alî bişewitanda û talan bikira. Min gotibû bi ser Kobanê re dikarin mekanîka darbeyê bixin dewrê. Ev bûyer bûyerên ku mekanîka darbeyê bi leztir dikin e. Binêrin hêzên koalîsyonê di noqteya herî krîtîk de ket dewrê. Operasyonek ku pir hindik li cîhanê hatiye dîtin pêk hat. Bi dehan balafiran bombebarana hewayî pêk hat. Bi wê operasyona xwedîgiravî ya rizgarkirinê ya wê koalîsyonê re di êrîşa DAIŞ’ê ya 29’an de pêk hat divê hûn lêkolîn bikin ku heman hêzan pêk aniye.”

Jiyana azad

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de serkeftina azadkirina Kobanê pîroz kir û gotibû: “Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi giyanê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar