Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kobanê ji hemû gelan re bû sembola berxwedanê

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku roja piştevaniya bi Kobanê re ya cihanêne tenê ji bo Kurdan girîng e, ji bo hemû cîhanê sembola rizgariyê ye ûwiha  got: “Divê hêzên Koaslîsyona navdewletî li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî 1’ê Mijdarê  Roja Kobanê ya Cîhanî axivî.  Nûrî Mehmûd diyar kir ku roja Kobanê helbet girîngiya xwe ji bo şoreşa Rojava heye, ji ber ku di vê rojê de cîhanê biryara xwe li gel Kobanê, li gel çand û exlaqa Kobanê girt.

Mehmûd da zanîn ku gelê Rojava, gelê Bakur û Rojhilta Sûriyeyê û gelê kurd, li kêleka Kobanê cihê xwe girt û lewma berxwedana Kobanê hem sîstema cîhanî hem jî sîstema navdewletî mecbûr hişt ku bi Kobanê re bisekine û wiha got: “Roja 1’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kobanê girîng e, ev roj ji bo gelê Rojhilata Navîn, Asya, Amerîka, Ewropa û hemû cîhanê û di serî de gelê Sûriyeyê girîng e. Ev roj bû destpêka tunekirina DAIŞ’ê, her wiha ev roj bû serkeftina çanda demokrasiyê. Ev roj hê zêdetir jiyaneke ewle û aram li cîhanê da avakirin.”

Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştgiriya gelên cîhanê û civaka navdewletî ji Kobanê re di heman astê de berdewam dike. Gelên cîhanê li hember rastiya Rojava û cîhanê her tim hişyar e û bi rengekî pir kûr em hîs dikin. Rejîmeke weke rejîmên AKP-MHP’ê ku dewleteke ewqas ji bo cîhanê xwedî erdnîgariyek stratîjîk e, desteser kiriye, sazî û îmkanên wê desteser kiriye û gelê wê dil girtiye. Hikûmetên cîhanê jî li hemberî vê yekê bêdeng in.”

Mehmûd destnîşan kir ku helwesta gelên cîhanê diyar e, ji ber wê pêwîste hikûmetên heyî gel esas bigirin û wiha got: “Divê ev hikûmetên heyî dersên pir girîng ji serokkomarê berê yê DYA’yê  Donald Trump bigirin. Me dît ku di şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de çawa piştgirî da Erdogan. Di wê demê de gelê Amerîkayê helwesta xwe nîşan da û bi dengekî pir bilind bang kir û xwe ji Trump xelas kirin. Lewma hikûmetên heyî divê vê tecrûbeyê ji xwe re girîng bibînin ku şoreşa gelan, şoreşa rumetê, şoreşa azadiyê û şoreşa li hemberî tarîtiyê, şoreşa sîstema domkratîk ji xwe re hêvî bibînin.”

Di dawiya axafina xwe de Mehmûd bal kişand ser oprasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û wiha got: “Ji bo tunekirina DAIŞ’ê û pêkanîna aramiya Sûriyeyê, li herêmê heya niha di navbera hêzên me û hêzên Koalisyona Navdewletî de karekî hevpeş tê kirin. Ji xwe Tirkiye jî beşekî wê Koalisyona navdewletî ye. Tirkiye her tim herêmên me hedef digire da ku DAIŞ’ê li ser piyan bihêle. Bi hezaran belge hene ku girêdana DAIŞ’ê bi rejîma Erdogan re nîşa dike. Ji xwe piraniya DAIŞ’iyên ku derbasî Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriyê bûne, ji Tirkiyeyê derbas bûne. Her wiha gelek ji wan jî perwedeyên xwe li Tirkiyeyê dîtine. Me dît du xelîfeyên DAIŞ’ê, Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebo Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên dagirkirî hatin kuştin. Gelek şaneyên DAIŞ’ê me keşif kirine û em meyze dikin ku koma wan li Tirkiyeyê ye. Tirkiye jî niha berendamê Yekîtiya Ewropayê ye û endamê NATO’yê ye. Dewleteke bi vî rengî, hem êrîşî herêmên ku artêşên NATO’yê tê de ne, hem jî êrîşî herêmên ku koalîsyona navdewletî tê de ye dike. Tirkiye rêzdariyê nîşanî ti hêzên navdewletî ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, nake. Li gorî wê jî dema êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên, hêzên Koalîsyonê weke ku bêalî bimînin, daxuyaniyên şermok didin. Ji bo wê divê Koalîsyona Navdewletî bibîne ku mayîndekirina DAIŞ’ê heya niha ji ber dewletên mîna Tirkiyeyê ye. Lewma divê hîn zedetir biryarên Koalîsyona Navdewletî derbarê êrîşên Tirkiyeyê de, di çarçoveya tifaqên Koalîsyona navdewletî de bê nîşandan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar