PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Kobanêyiyan li ser sînor konê piştgiriyê vedan

Li Kobanê ji bo piştgiriya bi çalakgerên bi boneya rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de kon hate vedan. Çalakgeran got ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakgeran

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Greva birçîbûnê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat bi tevlêbûna bi hezaran çalakgerên nû berfireh bû. Di 30’ê nîsanê de 15 girtiyan û di 10’ê gulanê de jî 15 girtiyên din ên ji doza PKK û PAJK’ê çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Çalakî berdewam bi israr didomin.

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û bal kişandina ser rewşa çalakgeran, li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Sûriyeyê li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de li bajarê Kobanê konê piştgiriyê bi daxuyaniyekê hate vedan.

‘Hevdîtinek nayê wateya şikandina tecrîdê’

Di destpêka daxuyaniyê de hemû çalakger hatin silavkirin û ev tişt hatin gotin: “8 sal zêdetire ku Rêber Apo di tecrîdeke giran de ye. Kiryarên dewleta tirk û bêdengiya cîhanê bû sedema şehadeta gelek hevalên me. Li dijî vê zilmê, berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Çalakiya Leyla Guven hêzê dide me. Hevdîtina bi Rêber Apo re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê ye. Em weke dayikên Kobanê ji bo piştgiriya bi çalakgeran re kon vedidin.”

Di konê piştgiriyê de pankartên weke ‘Bi pêşengiya Leylayan em ê tekoşînê bilind bikin’,  ‘Bi Serok Apo re azad bijîn’ , ‘Greva birçîbûnê dijminê mirovahiyê ditirsîne’ û ‘Bêdengiya civaka navneteweyî li ser eniya mirovahiyê cihê şermezarkirinê ye’ û wêneyên çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de û wêneyên Ocalan hatin daliqandin. Di bin konê piştgiriyê de gelek welatiyên ji pêkhateyên cuda amade ne. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar