Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Koç: Em hewl didin koordînasyonek hevpar ava bikin

Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç diyar kir KNK dê di kongreya xwe de derbasê qonaxeke nû bibe û wiha got: “KNK 20 sal e xebat li Kurdistanê dimeşîne. Em ê di kongreyê de xebatên xwe mezintir û berfirehtir bikin. Mîsogerkirina destkeftiyên başûr û rojavayê Kurdistanê dê hedefa me ya sereke be. Ji bo vê jî pêwîstiya kurdan bi pêkanîna koordînasyoneke hevpar heye.”

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nilûfer Koç têkildarî plan û xebatên KNK’ê yên ji bo sala nû û amadekariyên kongreya 19’emîn ku dê meha cotmehê de were lidaxistin, ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Nilûfer Koç diyar kir têkçûna pergala netew-dewlet a 4 dewletên wek Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê fersend û derfetek mezin ji bo kurdan afirandiye û wiha got: “Sed sal berê peymana Sykes Picot a 4 dewletên weke Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê  ku li ser rijandina xwîna gelê kurd hatibû îmzekirin. Li ser komkujîkirina gelan hatibû îmzekirin. Ne tenê kurdan di komkujiyan de derbas kirin, elewî, ermenî, êzidî, keldanî, asûrî-sûryanî jî di komkujiyan de derbas kirin. Sedsala borî ev dewletan di nava tifaqekî de siyasetekî dijber li dijî gelê kurd meşandin.”

Di axaftina xwe de Koç destnîşan kir ku niha 4 dewletên netew êdî nikarin li herêmê xwe di vê sedsalê de li ser pêyan bigirin û wiha domand: “Lê piştî sedsal cara yekemîn em dibînin êdî ev çar dewlet nikarin xwe li ser pêyan bigirin. Dijminatiya panerebîzm a li Sûriye û Iraqê ya li dijî kurdan dihat kirin, têk çû. Netew dewleta tirk ku li dijî gelê kurd û pêkhateyên din ên bakurê Kurdistanê yê herî bi hovbû, îro di rewşa herî xirab a dîroka xwe de ye. Krîzeke îdeojîk û sîstemîk dijî. Ev dewlet ji bo bikare xwe li ser pêyan bigire di van salên dawiyê de bi taybet ji sala 2014’an û vir ve di çarçoveya plana çok danînê de biryareke stratejîk da ku kurdan di komkujiyê de derbas bike. Di sala 2016’an de pêkanîna qeyûman û herî dawî jî darbeya 19’ê Tebaxê, berdewamiya vê stratejiya tunekirina kurdan e. Ji ber Tirkiye dibêje, guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên derfetê ji bo min avakiriye ku bibim hêzeke Rojhilata Navîn. Ji ber Îran di rewşeke tengav de ye Tirkiye wer plan dike ku ger sibe lawaz bibe, bikeve dewsa wî. Yên ku pêşî li faşîzma tirk digirin kurd in. Ger mirov li sînorên fermî yên Tirkiyeyê binêre ji Efrînê heya herêma jor a Serhedê biqasî hezar û 500 kîlometre sînorê Tirkiyeyê kurd in. Niha ev sînorê ku kurd lê dijîn li pêşiya pêkanîna xeyalên Tirkiyeyê asteng e. Ji ber vê jî dewletê ji bo ji holê rakirina kurdan biryareke stratejîk daye.”

‘Argûmanên qetilkirina kurdan a dewleta tirk nema ye’

Nilûfer Koç destnîşakir ku argûmanên dewlet tirk ên ji bo kurdan qetil bike di asta navneteweyî de êdî qediyaye û nikare piştgiriyeke navneteweyî ji bo siyaseta xwe ya qirker bigire û ev tişt anî ziman: “Êdî di asta navdewletî de argûmanên dewleta tirk ên li dijî kurdan komkujî bike nemaye. Kurdan bi şerê li dijî DAIŞ’ê re kir ku mirovahî serbikeve. Ji ber vê jî herkes kurdan ji bo pêşerojeke azad weke garantî dibîne.Her wiha ev şer zirereke mezin a aboriyê dide vê dewletê. Tirkiye di asta yek kes de êdî navendîparêziyê pêşdixe û êdî dewleteke bê qanûne. Li Tirkiyeyê destûra bingehîn nîne tenê qanûna yek kesî di meriyetê de ye.

Rewşa dîplomatîk a dewleta tirk xirab e. Hem li gel NATO’yê pirsgirêka xwe heye, hem li gel xeta pasîfîk pirsgirêkên xwe heye, hem jî li gel dewletên ereban pirsgireka xwe heye. Dewleta tirk dibêje ez ê mezin bibim  û ji ber vê jî destwerdan li karê welatên ereban dike û li dijî şer dike. Li aliyekî din jî hewl dide Îranê li dijî gelê kurd sor bike. Di zimanê wan yê dîplomatîk de jî dirûşma ‘Yan ez yan kurd’ derdikeve pêş. Bi taybet ev siyaset li bakurê Suriyeyê esas digire. Dema mirov li tabloya giştî dinêre dewlet netewa tirk ber bi têkçûnê ye. Êdî ji aliyê leşkerî ve jî ber bi têkçûyînê ye. Ji bo dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê milyar dolaran xerc dike. Şerê ku dewleta tirk li Başûr dike, şerê dagirkiriyê ye. Li hemû herêmên Başûr ên liv û tevgera Tirkiyeyê lê heye, sînoren Mîsakî Millî ne. Dixwaze vê plana xwe heya sala 2021’an pêk bîne.”

Li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin heye

Li dijî dagirkeriya tirk jî Koç da xuyakirin ku li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin heye û wiha domand: “Berxwedana li dijî dagirkeriyê ya li bakur û başûrê Kurdistanê berxwedaneke pîroz a ji bo parastina welat e. Em weke KNK’ê jî ji bo gelê kurd dibêjin, divê em tu derfetê nedin van dewletan, ji bo êdî temenê xwe dirêj nekin. Cihê ku niha dewleta tirk derfetê ji bo dagirkerinê dibîne jî başûrê Kurdistanê ye. Sedema yekemîn a dewleta tirk zemîn jê digire parçebûna siyasî ya li başûrê Kurdistanê ye. Sedemek din jî gel li gorî tê xwestin li dijî dagirkeriyê ranabe ango bêdengî heye. Ji ber vê çendî ev saleke KNK li gund, navçe û bajarên başûrê Kurdistanê civînên hişyariyê yên li dijî dagirkeriyê çêdike. Bi taybet li dijî dagirkeriya tirk xebatên hişyarkirinê hatin meşandin. Dagirkerî tenê dagirkeriya axê nîne, dagirkeriya çand û hunerî jî heye. Gelek televîzyonên Başûr filmên tirkî diweşînin beşeke sereke ya naveroka wan fîlman siyaseta dagirkeriyê pêşxistine. Dagirkeriya aborî jî yek ji mijarên din a girîng e. Ji bo gelê me helwesta xwe ya welatparêzî ya li dijî dagirkeriyê pêş bixe KNK, ev du sal in û bi taybet jî sala dawiyê ji Helebceyê heya Zaxoyê li gel endamên xwe yên başûrê Kurdistanê civînan çêkiriye. Di şêwrên netewryî yên li Ewropayê hatin lidarxistin de jî me got, divê hemû hêzên kurdî li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Bi taybetî li dijî dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê û gefên dagirkirina rojavayê Kurdistanê. Şerê dewleta tirk a li başûr û rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan dimeşîne, şerê sedsalê ye.”

‘Pêwîstî bi tifaqên siyasî û dîplomatîk heye’

Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç diyar kir ku piştgiriya cîhanî ya ji bo eniya kurd xurt e û ev tişt anî ziman: “Asta netewî ya gelê kurd jî pêşketiye. Tenê pêwîstiyek heye ew jî çêkirina tifaqên siyasî û dîplomatîk di nava hêzên kurdan de ye. Parçebûna di nava hêzên kurd de li yek parçeyên Kurdistanê derfet dide dijmin. Bi taybet jî parçebûna siyasî ya di nava hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê de derfetê dide dewleta tirk û Tirkiye jî vêya bikartîne. Dewleta tirk dixwaze kurdan bîne beramberî hevdû û şerê navxweyî derxe. Lê em dibînin tevî ku provakasyonên dewleta tirk heye bi hestiyarî nêz dibe. Weke KNK’ê jî em vê ya girîng dibînin. Di şêwra neteweyî ya li Ewropayê pêk hat de me bang li hemû hêzên kurd kir ku pozîsyona xwe ya li beramberî kurdan zelal bikin. Di serî de KCK û gelek aliyên kurd bersiveke erênî dan vê bangawaziya me û gotin li dijî pêşketina dagirkeriya Tirkiyeyê amade ne û çi pêwîst bike dê pêk bînin.”

‘Em ê destûrê nedin parçebûyîn derî ji dagirkeriyê re veke’

Nilûfer Koç da zanîn ku KNK hewl dide koordînasyoneke hevpar di nava hêzên kurd de ava bike û wiha behsa xebatên ji bo dema pêş plankirine kir: “Xebata me ya sereke ya dema pêş em bikin ew e ku em destûr nedin parçebûna nava siyaseta kurd de derî ji dagirkeriya tirk re veke. Herî kêm pêşxsitina diyalogek di nava kurdan de û koordînasyonek bê avakirin. Ji ber cara yekemîn e ku 4 netew dewletên herêmê têk diçin. Tirkiye jî ber bi têkçûnê ve diçe. Ger em bikarinbin yekitiyê pêk bînin, em ê bikaribin 4 parçeyên Kurdistanê ji bin xeteriya dagirkeriyê derxînin. Em dikarin bakur, başûr û Rojavayê Kurdistanê ji carekî ve ji bin vê xetereyê derxin û qezenc bikin. Li rojhilatê Kurdistanê jî hewl didin pirgirêka kurd li gel Îranê bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bikin.”

‘KNK dê bi kongreya nû derbasê qonaxeke nû bibe’

Nilûfer Koç di dirêjiya axaftina xwede behsa amadekariyên lidar xistina kongreya KNK’ê kir û da zanîn ku ew ê êdî xebatên xwe derbasî qonaxeke nû bikin û ev agahiyan parve kir: “Em ber bi kongreya xwe ya 19’emîn ve diçin. Bi mûnasebeta 20’emîn salvegera damezrandina kongreya KNK’ê em ê bikarin hinek tiştan zelaltir bêjin. Ji ber vê jî em hinek guhertinan di KNK’ê de çêdikin. Bi taybet di destnîşankirina endamên nû de. Ji bo endamtiyê gelek kes serlêdan kiriye. Em dixwazin kesayetên kurd û nûnerên partiyan bi awayeke berfirehtir di nava KNK’ê de cih bigirin. Em dixwazin ji dîasporayê jî endamên zêdetir derxin. KNK 20 sal e ji bo yekitiya gelê kurd dixebite û tê nasîn. Di dîplomasiyê de jî giraniyeke xwe heye. Peywendiya KNK’ê bi her beşeke kurdistanî ya çep-rast, demokrat, lîbera û hwd. re heye. Ev jî derfetên berfirehkirina danûstandinan zêde dike. Pêwîstî heye ku piştî 20 salan êdî em KNK’ê derbasê qonaxeke nû bikin. Em ê hewl bidin encama xebat û têkoşîna 20 salan bi awayeke şênber bigirin.

Navenda xebatan dê Başûr û Rojava bin

Xebatên me dê zêdetir li du navendan pêş bikeve û em ê zêdetir li ser başûr û rojavayê Kurdistanê bisekinin. Em ê xebatê li van her du parçeyan li gel gelê xwe, rêxistin û saziyên medenî ber bi pêşve bibin. Erka me ya yekemîn ew e ku em destkeftiyên kurdan ên li başûr û rojavayê Kurdistanê biparêzin. A duyemîn jî em ê xebatên xwe yên dîplomatîk ên li dijî dewleta tirk bi leztir bikin. Ji ber dewleta tirk hem li bakurê Kurdistanê bênavber siyaseteke komkujiyê pêk tîne, hem jî hemû qanûnên navdewletî binpêkiriye. Hedefa sêyemîn jî ew e ku em beşdarbûna jinan a ji xebatên KNK’ê re zêdetir bikin. Jinên kurd di warê hestên welatparêziyê de xurttir in. Ji ber ên heya niha nirxên netewî û nasnameya kurd parastine jinên kurd in. Em bawer dikin ku têkoşîna siyasî ya li dijî dagirkeriya tirk xurttir bibe. Hedefa me ew e ku hejmara endamên xwe yên jin zêde bikin û di organên KNK’ê de jî çalaktir û zêdetir bikin. Her wiha em dixwazin ciwan jî beşdarî xebatên me bibin û hejmara wan zêde bibe. Ji aliyê din ve em dixwazin rêxistinên medenî, nûnerên baweriyan jî beşdar bibin. Wê xebata me di meha cotmehê de pêk were.”

Em ê hewl bidin statûya bakur û rojhilatê Sûriyê mîsoger bikin’

Weke planeke din a girîng a li pêşiya KNK’ê jî Koç got ku ew ê hewl bidin statûya bakur û rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bikin û wiha got: “Di nava salê de em ê hewl didin statûya bakur û rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bikin. Di vir de diyarkirina çarenûsa Efrînê ye. Efrîn ji bo me birîneke neteweyî ye. Em ê Êfrînê zêdetir bixin rojevê. Ya sêyem jî talankarin, mêtîngehkirin û dagirkirina dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê ye. Em ê faşîzma dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê bixin rojeva welatên endamên Yekitiya Ewropayê (NY) û welatên endamên NATO’yê  û li dijî Tirkiyeyê dîplomasî bimeşînin.”

‘Dem dema me ye’

Her wiha Koç da zanîn ku divê kurd êdî bêjin dem dema me ye û wiha nêzî demê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di kongreya xwe de em dixwazin giştî xebatên xwe ji nûve bidin destpêkirin û bihêvîne ku em dikarin van xebatan bi ser bixin. Em dixwazin weke KNK’ê êdî encaman ber çavan bigirin. Ji ber ev sedsal derfeteke mezin dide me. Ev dem dema kurdan e û divê kurd jî bi vê têgihiştinê tevbigerin. Ger em yekitiya xwe pêk bînin û planên dijmin têk bibin, em ê ne tenê li Rojhilata Navîn li Kurdistanê jî bibin hêzeke pêşeng ji bo hemû gelan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar