Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Koca: Pêdivî bi mezinkirina têkoşîna hevpar heye

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca diyar kir ku pêdivî bi mezinkirina têkoşîna hevpar heye û got: "Jinên kurd, femînîst û kedkar serî hildidin. Hewcehiya me bi nexşerêyeke ku navendê ji herêman ve xurt bikin heye."

Meclisa Jinan a Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê de konferansa jinan a bajar lidar xist. Konferans, li Navenda Çandê ya Sanatoliayê hat lidaxistin û pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em xwe bi serhildana xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin” hatin vekirin. Nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên bajar jî tev li konferansê bûn. Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre jî Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya jinûveavakirinê de.

‘Em ê nexşerêya serdema nû li vir xêz bikin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a di pêvajoya jinûveavakirinê de û ev tişt anî ziman: “Em ê nexşerêya serdema nû li vir xêz bikin. Jin, karker û kedkar têk neçûne. Hêj jî li kolanan in. Jinên kurd, femînîst û karker serî hil didin. Em kengî qala têkoşîna hevpar bikin, wê demê em ê li ser çareseriyê biaxivin. Em tevek jî ji navenda giştî parçeyeke pirsgirêkên herêmî ne û xwedî wê hêzê ne ku van pirsgirêkan çareser bikin. Hewcehiya me bi nexşerêyeke ku navendê ji herêman ve xurt bikin heye. Li Mêrsînê hewcehî bi têkoşîna li dijî tundiya ser jinan û bikaranîna hişbirê heye. Yek ji bajarên ku potansiyela wê ji bo têkoşînê herî zêde heyî Mêrsîn e. Pêdivî bi mezinkirina têkoşîna hevpar heye. Divê em tevek jî xwe parçeyeke pêşniyarên çareseriyên ji bo Mêrsînê bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar