Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koçak di roja 297’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan |

Mûstafa Koçak ê ji doza kuştina dozgerê komarê Mehmet Selîm Kîraz dihate darizandin, par cezayê girankirî yê muebetê lê hate birîn. Koçak par bi daxwaza darizandina adilane, ji par ve dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 93’yemîn de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di roja 255’emîn a çalakiyê de mudaxeleyî Koçak ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê dihate girtin, kirin. Koçak di 12’ê adarê de birin Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê û di roja 297’emîn a çalakiyê de şevê din di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da.

Buroya Hiqûqê ya Gel têkildarî mijarê li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û da zanîn ku muwekîlê wan Mûstafa Koçak di roja 297’emîn a çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest daye. Buroyê anî ziman ku muwekilê wan Mûstafa Koçak ji bo darizandina bi edalet ketibû rojiya mirinê û di hucreyê de bedena wî heliya. Buroyê da zanîn ku Koçak ji bo mafê xwe di hucreyê de bi grevê li ber xwe da û ket rêwîtiya nemir. Bi domdarî jî buroyê wiha got: “Bizanin ku dewletê ji bo şahidekî li dadgehê guhdar neke qetil kir. Em li ber bîranîna wî bu hurmetî bejna xwe ditewînin.”

Hat zanîn ku cenazeyê Koçak ji Girtîgeha Kiriklarê hate wergirtin û ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Li ber morgê xwişka Koçak, Mîne Koçak axivî û wiha got: “Parêzeran şevê din saet derdora 03.47’an agahiya şehadeta birayê min dan. Em ê cenazeyê xwe bibin Stenbolê. Em gelek xemgîn in. Em nizanin ka wesiyeta wî hebû yan tune bû. Piştî em bibin Stenbolê em ê biryar bidin li ku veşêrin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar