Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koçber li kampan jî ji hovîtiya çeteyên dagirkeriya tirk xilas nabin

Êrîşên dewleta tirk ên li bakurê Sûriyeyê gelek binpêkirinên li dijî jinan bi xwe tîne, di nav de destwerdana di nava karên wan de lêdan û heqaret li jinan tê kirin.

Safiya El-Krum a 31 salî, yek ji wan jinan e ku rastî tundiya çeteyên Tirkiyeyê “Hay’at Tahrîr El-Şam” hat. Ji ber ku wê xwesteka wan red kir ku zext lê kirin. Ji aliyê xwediyê erdê ku koçber tê de dijîn hat xwestin ku di nav 10 rojan de ji kampa ku tê de bi malbata xwe re dijî derkevin.

Dema ku Safiya El-Krum li dijî biryara wan a koçberkirina kampê nerazîbûnên xwe nîşan da, ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve rastî lêdan û heqaretê hat. Çeteyan êrîşê wê û komek jinan kirin û dema ciwanên kampê parastina wan kirin, wan avêtin zindanan heta ku kampê bi temamî vala bikin.

Safiya El-Krum destnîşan kir ku jinên li kampê rastî îşkenceyên herî giran ên wekî heqaret û lêdanê tên û nikarin li hemberî zordaran rawestin, li dijî wan derkevin.

Di 19’ê gulana 2022’yan de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji ber ku di navbera zarokê wê û zarokên yekî çete de nîqaş derket êrîşî jina bi navê Maram El-Xettab a 32 salî ya ji bajarê Seraqib û rûniştvanê bajarê Binîş ê li rojhilatê Idlibê kirin. Çeteyan lê xistin, heqaret lê kirin û porê wê kişandin. Cîrana Maram ku xwest navê wê neyê gotin, diyar kir ku çeteyan êrîşî Maramê kirine,ji ber vê yekê Maram ketiye nexweşxaneyê di beşa lênihêrîna giran de maye.

“Çeteyên tirk li dijî koçberên jin kiryarên xirab dikin”

Cîrana wê destnîşan kir ku Maram El-Xettab di encama êrîşê de birîndar bûye, piştî wê rakirine nexweşxaneya El-Şîfa li Idlibê. Tevî ku gilî ji çeteyên destdirêjî li wê kirine kir jî dozgeriyê tu tişt nekir.

Di bûyereke din de, Heyet Tehrîr el-Şam, çar xwişk ji bajarokê Teqad, li gundewarê Helebê yê rojava, girtin. Piştî ku ew li dergehê Xezawiyê li Idlibê di 15’ê nîsana borî de, hatibûn girtin bi tawanên qaçaxkariyê, piştî gengeşeya di navbera her du aliyan de, berî ku bên girtin û wan bişînin girtîgehên herêmê, rastî lêdanê hatin.

Ji ber ku qaçaxkariya mazotê dikir hat qetilkirin

Di 10’ê sibata borî de, Hey’et Tehrîr el-Şam Fatima El-Hamid a 28 salî, bi tawana qaçaxçkariya 20 lître mazotê li benda kontrolê ya Dêr Ballût li nêzî kampa Atma wê gulebaran kirin.

Fatima El-Hamid jinebiyek dayika çar zarokan e û ji gundê Sufuhun bê. Li kampên Atmayê niştecih bû û hewl dida debara jiyana xwe bi qaçaxkariya sotemeniyê ku ji Dêre Balûtê dibe Atmayê bike. Ji bo ku pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi cih bîne hat kuştin.

Wefaa el-Ehmed a 30 salî, hevala Fatima El-Hamid, got ku komîsyonê bêyî ji sûcdaran hesab bipirse, guh nedaye dozê lewre xwîna Fatimê û mafê wê bi bayê re çûye.”

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê di raporteke di destpêka sala 2022’yan de ragihand ku hejmara binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve gihîştiye 505 sivîlan. 17 jê zarok, 77 jin û nêzî 2 hezar û 327 kes bi awayekî kêfî hatin binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar