Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Koçberên ji Serêkaniyê dixwazin li warê xwe vegerin

Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku komên çete şêniyên ku li mala xwe vedigerin dikujin. Şêniyan ji HSD’ê xwest ku bajarê wan ji dagirkeran rizgar bikin û dixwazin vegerin warên xwe

Ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar welatiyên ji Serêkaniyê, Girê Spî û bajarok û gundewarên wan koçber bûn. Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê mîna li Efrînê, welatiyên ku li malên xwe vedigerin dikujin û demografyaya herêmê diguherînin.

Welatiyên ku niha li bajarên din ên Rojava dimînin dixwazin ku vegerin malên xwe. Têkildarî mijarê jî ji ANHA’yê re axivîn. Ji welatiyan Fatme Elî ku ji Serêkaniyê ye anî ziman ku ew ji ber bombebarana artêşa tirk koçber bûn. Elî diyar kir ku çeteyên dewleta tirk malên wan talan kirin û wiha dom kir: “5 malên me hebûn lê tiştek jê nemaye. Lê dîsa jî em dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe. Ger em vegerin em ê hebûna çeteyan qebûl nekin.”

Dixwazin HSD bajarên wan biparêzin

Ji koçberên Serêkaniyê Mihemed Elî Rimo jî destnîşan kir ku ji ber çeteyan nikarin vegerin malên xwe û da zanîn ku çete her kesekê ku vedigere mala xwe dikujin. Rimo got ku ew  dixwazin vegerin bajarên xwe û bila HSD bajarên wan biparêze.

Bang li HSD’ê kir

Welatiya bi navê Etiya Bozo ya ji Serêkaniyê jî daxuyand ku dema ji bajar derdiketin, li ser rêya Esediyê balafirên artêşa tirk maşîneya wan hedef girt û wiha bi dawî kir: “Çeteyan tiştek nehiştin. Em dixwazin HSD dawî li dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bîne. Ji bilî HSD’ê em tu hêzan qebûl nakin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar