Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Koçberên ji Serêkaniyê dixwazin li warên xwe vegerin

Koçberên ji Serêkaniyê yên ku ji ber êrîşên dagirkeran koçberî Hesekê bûn diyar kirin ku ew dixwazin li warê xwe vegerin. Koçberan diyar kir ku tevî şert û mercên giran jî vîna wan xurt e û dê heta dawiyê li dijî dagirkeran şer bikin

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewlet tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar sivîl neçar man ku koçber bibin. Gelemperiya koçberên Serêkaniyê derbasî Hesekê û yên Girê Spî jî derbasî herêma Firatê bûn. Ji bo pêşwazîkirina koçberan jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de gelek koçber li dibistanan, gelek jî li Kampa Waşokanî ya li Hesekê bi cih bûn.

Tevî xebatên Rêveberiya Xweser jî, gelek pêdiviyên koçberan ên jiyanî yên weke xwarin, vexwarin, derman û pêwîstiyên zarokan kêm in. Lê tevî şert û mercên zehmet jî koçber vîneke xurt li ber xwe didin. Tekane daxwaza koçberan ew e ku vegerin ser axa xwe û dagirkeran ji xaka xwe derxînin.

Tevî şertên giran jî li ber xwe didin

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Malik Omer anî ziman ku ew ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê koçber bûn. Omer got ku ew di nava şert û mercên giran de ne lê tevî vê yekê jî bi îradeyeke xurt li ber xwe didin û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxwaza wan zelal e

Omer bi lêv kir ku tekane daxwaza wî ew e ku dagirker ji Serêkaniyê bên derxistin û ew jî li warê xwe vegerin. Omer wiha dom kir: “Em dixwazin jiyaneke ji dagirkeriyê dûr û biewle bijîn. Em dixwazin an hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî yan jî HSD me biparêze. Ji bilî van em tu hêzên din naxwazin.”

Demsaleke zehmet tê

Der barê mijarê de dayika Ayşe Idrîs a 70 salî jî ev tişt anî ziman: “Em derbasî demsala zivistanê dibin. Rûniştina di dibistanê de zehmet e. Em dixwazin vegerin jiyana xwe ya berê. Tevî ku dagirkerên tirk herêma me dagir kir jî em ê dest ji îradeya xwe bernadin. Em ê li ber xwe bidin û li dijî dagirkeran şer bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar