Koçberên ji Serêkaniyê ku li Kampa Waşokanî dimînin diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ji warên xwe koçber bûne. Welatiyan da zanîn ku tekane karê çeteyan talan û dizî ye. Koçberan got ku gelek koçber niha bê kon in û xwestin ku ji wan re kon bê vegirtin
Di encama êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê de ji Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 400 hezar sivîl koçber bûn. Ji bo bicihkirina welatiyên koçber, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 64 navend vekirin. Yek ji van cihan jî Kampa Waşokanî ye. Kampa, 12 kîlometreyan li rojavayê Hesekê hatiye avakirin û niha zêdetirî 6 hezar û 200 koçber lê hatine bicihkirin.
Lê bi hatine demsala zivistanê re şert û mercên jiyanî giran bûn û bi vê sedemê jî rêveberiya kampê û Heyva Sor a Kurd nekarîn hejmara konan zêdetir bikin. Li kampê hezar û 100 kon hatine vegirtin û hezar û 100 malbat lê hatine bicihkirin.
‘Hewcehiyên me tên pêşwazîkirin’
Têkildarî mijarê ji koçberên kampê Ezîz Enter Yûsif got ku ji ber êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê ji gundê xwe koçber bûne. Yûsif da zanîn ku 10 endamên malbata wî hene û wiha domand: “Rewşa me niha baş e. Hewcehiyên me tên pêşwazîkirin. Tekane karê çeteyên dewleta tirk ê li Serêkaniyê, dizî û talan e. Em bang li cîhanê dikin ku çeteyan ji xaka me derxînin.”
‘Çeteyan malên me wêran kirin’
Ji koçberan Fatima Îbrahîm jî da zanîn ku ji gundê Um El Xêr ê Serêkaniyê ye. Îbrahîm diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa tirk neçarî koçberiyê bûne û wiha pê de çû: “Çeteyan gundên me topbaran dikirin û malên me wêran kirin. Rewşa me niha baş e û pêwîstiyên me dabîn dikin. Ez dayika 7 zarokan im û hewcehiya me bi komekî heye.”
Em ji ber êrîşan koçber bûn
Herî dawî jî welatiya Eyşê Hisên ku ew jî yek ji koçberên Serêkaniyê ye axivî. Hisên got ku niha bê kon in û ev tişt anî ziman: “Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê em koçber bûn. Dayika 4 zarokan im û em bê kon in. Ez dixwazim ku koneke me hebe. Ji ber ku zarokên me biçûk in û sermayê ranakin. Lê tevî vê yekê jî heke çete ji malên me dernekevin em li warê xwe venegerin.” HESEKÊ